'Binpêkirinên civakî û siyasî kûrtir dibin' 2020-10-14 09:14:40   QERS - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê Guldane Kiliç anî ziman ku binpêkirinên civakî û siyasî kûrtir dibin û wiha got:"Heger em li gel hevdu nesekinin em kedê nedin ji bo têkoşînê ew ê rojên hîn dijwar li hêviya me bin. Heger em hinekî din jî dereng bimînin em ê bibêjin 'xwezî'."   Di salên dawî de li binpêkirina mafan ên nû tên zêdekirin. Di taybetmendiya xwe de li dijî kurdan û bi tevahî jî li dijî aliyên muxalîf binçavkirin, girtin û gelek binpêkirina mafan tên kirin. Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Qersê Guldane Kiliç anî ziman ku binpêkirinên civakî û siyasî kûrtir dibin   'Çalakiyên mûxalefetê tên astengkirin'   Guldane da zanîn ku di serdema pandemiyê de herî zêde xizan bi bandor bûne, heger li dijî vê yekê tedbîr neyên girtin ew ê pirsgirêk kûrtir bibin û wiha got:"Em di nava pêvajoyeke wiha de ne ku pêşîbirîna binpêkirina mafan dijwar dibe. Pêvajo bi taybet bi rejîma AKP'ê her ku diçe zêdetir ber bi yekperestiyê ve diçe. Îktidar jî pandemiyê dike alav da ku pêşiyê li krîza bi xwe afirandiye bigire. Çalakiyên mûxalefetê jî bi hinceta pandemiyê tên astengkirin."   'Hewildana bêrûmethiştina nasnameya siyasî'   Guldane da zanîn ku yek ji binpêkirina mafan ew bû ku Hevserokên Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca ji şaredariyê dûr hatin xistin û wiha dewam kir:"Hevserokekî/e şaredariyê ger pêwist bike ji bo îfadeyê bangî wan emniyetê dike. Lê belê bi ser mala Ayhan Bîlgen de girtin û xwestin ku wekî ku rewşeke teyakkuz heye nîşan bidin. Hewildana bêrûmethiştina nasnameya siyasî li vir heye. Ev birêvebirina hişmendiyê ye."   'Devjêberdana gotinên aştiyê ji bo vî welatî nebaşî ye'   Guldane bi lêv kir ku îktidar mûxalefeta li dijberî xwe wekî hedef nîşan dide û wiha got:"Ji avakirina komarê heta niha gotinên nefretê, nîjadperest ên zihniyeta yekperest li dijî kurdan dewam dike. Bi nîjadperestiyê krîza aboriya xwe vedişêre. Îktidar mafê jiyanê nade Kurdan û LGBTÎ'yan. Devjêberdana gotinên aştiyê ji bo vî welatî nebaşî ye. Heger em li gel hevdu nesekinin em kedê nedin ji bo têkoşînê ew ê rojên hîn dijwar li hêviya me bin. Heger em hinekî din jî dereng bimînin em ê bibêjin 'xwezî'."   'Binpêkirinên civakî û siyasî kûrtir dibin'   Guldane da zanîn ku binpêkirinên civakî û siyasî kûrtir dibin û wiha dawî li gotina xwe anî:"Ji bo em ji pêvajoya krîza kuresel li Tirkiyeyê ava kiriye rizgar bibin divê em dev ji gotina ji bo aştiyê bernedin. Loma divê em li aliyê parastina mafên mirovan cihê xwe bigirin. Daxwaza parastina ji bo mafên mirovan bi xwe sekneke polîtîk e. Ji bo em poşman nebin û nebêjin xwezî divê em têkoşîna xwe mezin bikin."