‘Em ê heta dawî şopdarên doza Îpekê bin' 2020-10-14 09:13:30   Safiye Alagaş   ÊLIH - Jinên Êlihî ji bo doza çawîşê pispor Musa Orhan ku ji ber tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê lê hat vekirin bang kirin. Jinan gotin ev doz ji bo jinan girîng e û ew ê hata dawî şopdarên dozê bin.   Li navçeya Qûbînê ya Êlihê, jina 18 salî Îpek Er a ku Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê li Sêrtê peywirdar tecawîzê wê kir, di 16’ê tîrmehê de ji ber tecawiza lê hat kirin hewl da xwe bikuje. Îpekê ya ku bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê di 18'ê Tebaxê de li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Bersûc Musa Orhan ê ku ewil nehat girtin, dûre li ser bertekên raya giştî hat girtin. Lê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê, biryara dadgeha 1’emîn red kiribû û bersûc Musa Orhan di 25’ê Tîrmehê de hatibû tehliyekirin.  Daneşîna yekem a doza ku Musa Orhan jê tê darizandin wê di 16'ê Cotmehê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê giran a Sêrtê bê dîtin.  Jinên Êlîhê ji bo xwedîderketin doza Îpek Er banga xwedîderketinê kirin.     ‘Em ê van polîtîkayên qirêj vala derxin’   Gulnur Delî ya ku di rêveberiya Bajarê Êlîhê ya HDP'ê  de cih digire, diyar kir ku polîtîkayên taybet di şexsê Îpek Er de li ser jina kurd hatin meşandin û got: “ Di salên 90’î de ku destdirêjî û tecawiz li jinê dihat kirin niha jî heman tişt bi konseptek cuda li ser jina kurd tê meşandin. Bi wi awayî bi taybet li Amed, Dêrsîm, Êlîh, Mêrdîn û gelek deverên Kurdistanê polîtîkaya şerê taybet dimeşînin. Bi rêbaza evînê û bi zewacê xwe nêzî jinên kurd dikin.  Bi wî awayî wan dixapînin û dixin tora xwe. Em jî wek jinên TJA'yê û meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlîhê li dijî wan polîtîkayên taybet ên li ser jinên kurd tên meşandin derdikevin. Em bang li hemû jinên kurd û jinên Tirkiye dikin ku di 16’ê  mehê de ji bo xwedîderketina li doza Îpekê û jinên mîna wê bên gel hev û xwedî li dozê derkevin. “   ‘Heta dawî em ê şopdarên dozê bin’   Rêvebera HDP’ê ya bajarê Êlihê Ruken Işik jî anî ziman ku heta encameke adîl ji dozê bi dest bixin ew ê vê dozê bişopînin û wiha got: “ Îpek dema ku hê dawî li jiyana xwe neanîbû, got “Ez bêdeng nemam lê kesekî dengê min nebihîst”.  Lê dema ku me xwest em li nexweşxaneyê û di dema girtina cenaze de lê xwedî derkevin jî em hatin astnegkirin û malbat wî barê giran re rûbirû ma.  Bûyera îpek me tevahî kesan xemgin kir.  Dayika Îpekê serî li gelek cihan da lê tu kes xwedî derneket. Dayika Îpek herî dawî gotibû 'kî dev ji doza Îpekê berde jî ez bernadim. Ji bo ku Îpekên din nekevin vê rewşê ez ê xwedî li vê dozê derkevim'. Em jî wek jinên Êlîhî yên TJA’yî piştgiriya vê dozê dikin. Hewl didin û ji ber vê xwestin ku têkiliya me bi malbatê re qut bikin. Lê hem malbat bi taybetî jî dayika Îpek û hem jî em ji bo ku em berdewamiya vê dozê bînin, çi ji destê me were em ê bikin. Em ê xwedî li doza Îpekê ku wê di 16'ê mehê de bê dîtin derkevin heta ku gûmanbar cezayê pêwist bigire .”      ‘Ew çi bikin jî em paş de gavê navêjin’   Aktîvîsta TJA’ê Gurbet Dogan jî ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku dijmin dixwaze îradeya me ya jinan bişkêne. Lê em bingeha îradeya xwe ji xweparastinê digirin. Divê jinên ciwan bi fikir û nêrîên xwe li hemberê van polîtîkayan derkevin. Ew çi bikin jî em paş ve gavê navêjin û em ê li dijî van polîtîkayên qirêj sekneke xurt bidin nîşandan. Em wekî  TJA, Meclîsa Jinan a HDP’ê xwedî li doza îpek’ê derkevin. Em dibêjin malbata Îpekê ne tenê ye.”   ‘Xwedî derketina li vê dozê peywira her kesî ye’   Endama Meclîsa Şaredariyê Şukran Çelebî jî destnîşan kir ku xwedîderketina li doza Îpek Er peywira hemû kesên ku li dijî tundî, destdirêjî û tecawizê derdikevin e û wiha  axivî: “Di şexsê Îpek Er de xwestin hemû jinên kurd bê rûmet bikin. Em vê helwestê napêjirînin û bi rêxistina jinan em ê van polîtikayên qirêj têk bibin.  Em bang li hemû jin û gelan dikim ku xwedî li doza Îpek’ê derkevin. Ev doz di heman demê de doza jinên ku ji ber tundî, destdirêjî û tecawîzê hatine qetîl kirin e."