'Em biryara Hewlêr û Bexdayê qebûl nakin' 2020-10-14 09:11:51   Nesrin Hisen - Almaz Nayîf   ŞENGAL - Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, bertek nîşanî peymana di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de hatî kirin dan û gotin: "Di fermana 3'ê Tebaxê de em tenê hatin hiştin. Em tu carî wê îxanetê ji bîrnakin. Di nava 6 salan de me xwe bi rêxistin kir û niha tu kes nikare beyî me biryaran bigire."   Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kiribûn û gelek Êzidî hatibû kuştin û revandin. Gelek jinên Êzidî li bazaran hatibûn firotin û bi tecawizê rû bi rû mabûn. 6 sal li ser fermanê re derbas bû. Civaka Êzidî li dijî êrîşan yekîneyên xwe yên parastinê avakirin. Ji bo rêveberiyê meclîsên gel ava kirin. Li gorî hevcedariyên civakê xwe bi rêxistin kirin. Ligel êş û birînên heyî jiyana xwe nûve afirandin. Bi taybetî jî ji bo jinan avakirina jiyanekê nû pir zehmet bû. Lê jin niha bi ked û xebatên xwe gihaştin astekî. Jin rêveberiyên xwe yên xweser, yên parastin û civakê ava kirin.    Lê niha nîqaşên ku derbarê Şengalê de tên kirin Êzidiyan xist nava tirs û fikaran. 9’ê cotmehê li Bexdayê di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ve ser Şengalê peymanek hat îmzekirin. Bi gorî peymanê Şengal di warê ewlekarî de girêdayî Bexdayê be, di warê îdarî û xizmetan de jî ji aliyê Hewlêr û Bexdayê ve bê rêvebirin. Ev biryar û peyman beyî Şengaliyê hatin girtin. Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bertek nîşanî biryarê dan û gotin ev tê nîşaneya amadekariya fermanekî din.    'Em îxanetê tu carî ji bîrnakin'   Endama TAJÊ Xoxe Cindî, polîtîkayên li hemberî Şengalê tê meşandin nirxand û diyar kir ku gelo amadekariyek din a fermanê dikin? Xoxe, destnîşan kir ku tu carî vegera peşmergeyên PDK'ê nayên qebûlkirin û mijar wiha şîrove kir: "Berê her tiştî em wekê jinên Şengalê tu carî îxaneta peşmergeyan ji bîrnakin û qebûl nakin. Divê bê zanîn ku dema peşmerge bên li vir dê fermanek din pêk bê."   'Em dikarin axa xwe biparêz in'   Xoxê, di axaftina xwe de bal kişand ser fermana 3'yê Tebaxa 2014’an û got: "Em di destê DAÎŞ'ê de man. Çima wê demê parastina me ne kirin? Bi hezaran keç, jin û zarokên Êzidî ketin destê çeteyan. Divê şerm bikin ji vê rewşê. Tiştên ku hatine serê me tenê em dizanin. Azadiya me bi berxwedana zarokên Şengalê pêk hat. Ev 6 sal in em axa xwe diparêzin û em xwe diparêz in. Ji ber vê em vegera peşmergeyan tu carî qebûl nakin. PDK divê di serî de axa xwe ji arteşa tirkan rizgar bike, piştre bê parastina Şengalê bike. Ne hewceye ku hikûmeta Iraqê jî bê me biparêz e.'   'Tu kes nikare beyî me biryaran bigire!'    Endama TAJÊ Silale Qasim jî li hemberî biryarê bertek nîşan da û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em biryara ku derbarê Şengalê de hatî dayîn qebûl nakin. Her wiha em hatina peşmergeyan jî tu caran napejîrînin. Ji ber ku di dema fermanê de reviyan û çûn. Îro jî dibêjin em ê vegerin ser axa Şengalê. Em ê şêniyên Şengalê biparêzin. Hêza me heye û ev 6 sal in hêza heyî me diparêze. Keç û xortên vê civakê şêniyên xwe diparez in. Biryara ku Hewler û Bexda girtiyê em weke jinên Şengalê nas nakin û qebûl nakin. Tu kes nikarin beyî me biyarek bigire. Kesên ku biryarê bidin malbatên şehîdan e. Ji ber ku Şengal bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin. Em carek din nahelîn ku li hemberî Şengalê planên qirêj pêk bên. Em weke jin û dayikên şehîdan ve biryare qebûl nakin û em e li hemberê vê biryarê bisekinin.”