ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2020'Î 2020-10-14 09:00:00   *Bi hevkariya Metal Kollektîf û A4 Atoyeyê projeya bi navê ‘Karên Hevpar' hat destpêkirin. Hediye Yaşar a ku di projeyê de cih digire got: “Bi peykeran me xwest em rewşa jinên koçber bidin xuyakirin. Em ê di meh mijdarê de jî pêşengeha xwe vekin.” BI DÎMEN   *Jinên ciwan ên Tîma Zenobiya ya Futbolê ya li Kantona Şehbayê derbarê girîngiya cihgirtina jinê ya di qada werzîşê de wiha gotin: ”Bi avakirina Tîma Zenobiya, jinên ciwan li Kantona Şehbayê  bandoreke erênî li ser jinan kir û gelek jin kişande nava xwe. Bi avakirina tîma xwe re me kevneperestiya hişmendiya civakê derbas kir." BI DÎMEN   *Ji Rêveberiya Komîteya Aborîyê ya Kongreya Star Xaliya Necar têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin nêrîna xwe anî ziman û wiha got: ”Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin sûcekî mirovî ye û pêwist e bi dawî bibe, ji bo azadiya Rêber Apo em ê her têbikoşin.”  BI DÎMEN   *Jinên Şirnexî, diyar kirin ku îqtîdara AKP'ê piştî li Amedê niha jî berê xwe da Şirnexê û bi destê dayikan dixwaze berxwedana gel têk bibe û got: "Divê jin û dayik li hemberî polîtîkayên wisa hişyar bin û neyên lîstîkan. Li şûna ku li ber deriyê HDP'ê rûdinên bila biçin li ber deriyê edliyê rûnên û edaletê daxwaz bikin." BI DÎMEN    *Ji Rêveberiya Meclîsa Edaleta Jinê ya Kantona Qamişloyê Henîfe Mihemed êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got:"Projeya Rêber Apo, ji bo guhertin û veguhertina Rojhilata Navîn çareseriya bingehîn e. Ji ber ev proje ne li gor berjewendiyên dewletên desthilatdar e. Dewletên desthilatdar her dem êrîş dikin û dixwazin vê projeyê ji holê rabikin." BI DÎMEN    *Jinên Êlihî ji bo doza çawîşê pispor Musa Orhan ku ji ber tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê lê hat vekirin bang kirin. Jinan gotin ev doz ji bo jinan girîng e û ew ê hata dawî şopdarên dozê bin. BI DÎMEN   * Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, bertek nîşanî peymana di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de hatî kirin dan û gotin: "Di fermana 3'ê Tebaxê de em tenê hatin hiştin. Em tu carî wê îxanetê ji bîrnakin. Di nava 6 salan de me xwe bi rêxistin kir û niha tu kes nikare beyî me biryaran bigire." BI DÎMEN    *Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê Guldane Kiliç anî ziman ku binpêkirinên civakî û siyasî kûrtir dibin û wiha got:"Heger em li gel hevdu nesekinin em kedê nedin ji bo têkoşînê ew ê rojên hîn dijwar li hêviya me bin. Heger em hinekî din jî dereng bimînin em ê bibêjin 'xwezî'." BI DÎMEN    *Hazal Unat Aslan a ku di şaredariyê de dixebitî, piştî bi KHK’ê ji kar hat durxistin ew û hevjînê xwe bi hilberîna xurekê debara xwe dikin. Hazalê wiha got: “Bi KHK’ê re bi hezaran xebatkarên mîna me bê kar man û bi zahmetî debara xwe dikin.  Em tenê du kes ji wan xebatkaran e û hewl din bi hilberîna xurekê debara xwe bikin.” DÎMEN HEYE   *Sînemavan Elîf Yîgît ku li ser pêvajoya tunebûna Heskîfê re, bi  belgefîlma xwe ya bi navê ‘Heskîf’ê kişand wiha got: “Di vê belgefîlmê de her kes dikare parçeyek ji xwe têde bibîne lê tişta ku herî zêde jê bibandor bibûm neçariya mirov û koç kirina şêniyên wê derê bû.  BI DÎMEN    *Li Şehbayê ew ê komcivîn têkildarî Hevrîn Xelef bê lidarxistin (11.00)   *Ew ê li Qamişloyê çalakiya Dayikên Gerîla bê lidarxistin . (10.00)   *Ew ê li Qamişloyê çalakiya Kevana Zêrîn a di bin banê Kongreya Star de bê lidarxistin. (15.00)   *Ew ê li Qamişloyê çalakiya çandina daran bê lidarxistin (14.00)   *Li Midyatê jinên TJA'yî di çarçoveya kampanya (Em xwe diparêzin) de serdana xebatkarên jin ên tekstîlê dikin. (12.00)