Ji bo xurtkirina rista jinê ya di çareseriya siyasî de komcivîn hat lidarxistin 2020-10-13 14:25:14   ŞEHBA - Bi armanca xurtkirina rista jinê ya di çareseriya siyasî ya di aloziya Sûriyeyê de Ofîsa Jinê a MSD' ê ya herêma Efrînê komcivînek li navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar xist.   Di çarçoveya pêngava Kongreya Star a ku bi dirûşma "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin" Ofîsa Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) a Herêma Efrînê komcivînek di derbarê rola jinê ya di çareseriya aloziya Sûriyeyê de, bi beşdarbûna bi dehan nûnerên jinên di sazî, partî û blokên siyasî de hat lidarxistin. Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.    Paşê Berdevka Ofîsa Jinê ya MSD'ê Zeyneb Qenber axivî û wiha got: "Ji bo bidestxistina jiyaneke azad a ji hemû nijadperestî û yekoliyê dûr divê xebatên berfirehtir werin kirin. Hebûna jinê ya di aloziya Sûriyeyê de çareseriya herî girîng e, ji bo wê divê hemû jin bi yekîtiya xwe tevlî xebatê bibin. Desthilatdar herdem xwest jinê ji siyasetê dûr bixîne, waye îro bi pêşengtiya jinê ji bo çareseriya aloziyan civîn tên lidarxistin. Ji bo wê xebatên wiha ji bo me pir girîng in."   Paşê bendên komcivînê ji aliyê Endama Ofîsa Têkiliyên MSD'ê Bêrîvan Elî ve hate xwendin. Her wiha benda duyem jî ji aliyê Endama Ofîsa Jinê ya MSD'ê Duwa Bozan ve hate xwendin.    Komcivîn bi nîqaşan bi dawî bû.