TJA li seyrangehê li hev civiyan 2020-10-13 14:10:29   MARDÎN - Çalekvanên TJA’yê di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de li seyrangehê li hev civiyan.   Tevgera Jinên Azad (TJA) yên di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de çalekiyên cur be cur li dar dixin. Di çarçoveya kampanyayê de TJA’ li Nisêbîna Mêrdînê di seyrangehê de bi jinan re civiyan. Jinên ku li Geliyê Ava Spî hatin gel hev demên bi coş derbas kirin.   Li seyrangehê di pêşengiya erbaneyê de govend hat gerandin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.