'Em ê bi pênûsa Dilovan dîroka azadiyê binivsînin' 2020-10-13 10:44:03   QAMIŞLO - Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinê ji bo Dilovan Gever de daxuyaniyek nivîskî weşand û hemû cangoriyên ragihandina azad bi bîr anîn û got: "Em jî weke rêhevalên Dilovan, Mihemed, Seed û Vedat Erdemcî, weke şopdarên Gurbetelî, Agirî Yilmaz, Dilîşan, Nûjiyan û Denîz Firat’an em soz didin ku wê pênûsa wan tucarî li erdê nemîne. Em ê bi pênûsa wan dîroka rizgarkirina xaka xwe binivsînin."    Nûçegihana Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Dilovan Gever di 13'yê cotmeha 2019'an de li Girê Spî jiyana xwe ji dest da. Navenda ragihandinê bi daxuyaniyekê nivîskî Dilovan Gever û hemû pakrewanên ragihandinê bi bîr anîn.    Daxuyanî wiha ye: "Em di salvegera şehîdbûna rêhevala xwe, nûçegihana Navenda Ragihandina YPJ’ê Dilovan Gever û şehîdên ragihandinê şopînerên berxwedana rûmetê rêheval Vedat Erdemcî, Mihemed Reşo û nûçegihanê ANHA’yê Seead Ehmed bi hurmet û rêzdarî bibîr tînin.   Rêhevala me Dilovan Gever û hemû nûçegihanên ragihandina azad ji roja 9’ê Cotmehê ve, bi yek dil û yek ruhî heqîqeta dagirkeriya dewleta tirk û berxwedana bi rûmet a gel û şervanan şopandin. Di nava dijwariya şerê giran de me jî weke Navenda Ragihandina YPJ’ê hewil da ku karê xwe yê ragihandinê bi awayek aktîf bimeşînin. Rêhevala me Dilovan di nava şert û mercên wiha giran de berê xwe da bajarê Girê Sipî. Ji roja 9 heya 13’yê Cotmehê her kêliya şer û berxwedanê bi navendê û raya giştî re parve kir.   Ger di heman rojê de, ango di 13'yê Cotmeha 2019’an de hersê rêhevalên me, Dilovan Gever, Seed Ehmed û Mihemed Reşo bi awayek hovane hatibin qetil kirin, ger bi dehan nûçegihan birîndar bibin, ev nîşaneya dijwariya şerê ku li bajarê Girê Sipî û Serêkaniyê hatiye jiyan kirine. Nîşaneya hovîtî û bê exlaqiya dewleta tirk e ku ji nûçegihanan bigre, heta tenduristvan, heta hevserokên partiyan heta bi dayik, bav û zarok canê wan bi awayekî hovane parçe parçe bû.   Yek ji wan nûçegihanan rêhevala me Dilovan Gever bû. Dilovana ku di sala 2014’an de di pêvajoya seferberiya ji bo Kobanê sînorên dagirkeriyê derbas kir, li Kobanê tevlê nava refên YPJ’ê bû. Ew baş dizanibû ku di nava welatekî bindest de evîndariya axê ne hêsane û bedel dixwaze. Ji ber wê her rojê di oxira vê axa pîroz de rêhevalek xwe disparte dilê axê. Dilovan piştî rizgarkirina bajarê Kobanê cihê xwe di nava xebatên arşîva morgê ya bajarê Kobanê de girt, li vir destana lehengî, şer û berxwedaniya bi hezaran hevalên xwe yên şehîd belge kir. Di sala 2018’an de jî weke dewamiya xebatên arşîvê, derbasî Navenda Ragihandina YPJ’ê bû.   Rêhevala me Dilovan a ku di nava demeke kin de Alfabaya ragihandinê fêr dibe û cihê xwe di gelek pêngavên dîrokî de digre, di êrîşên 9’ê Cotmeha 2019’an de jî berê xwe da bajarê Girê Sipî û hewil da ku berxwedaniya bi rûmet a şervan û gelê herêmê, asta hovîtiya dewleta tirk a dagirker bi raya giştî re parve bike. Dilovana ku bi biryardarî û coşeke mezin her carê rêyên bi kemînên xedar dagirtî da pêşiya xwe û tevlê gelek cengên berxwedanê bû, li bajarê Kobanê li rex rêhevalên xwe destana berbangê nivîsand, li bajarê Dêrazorê şahidî ji her kêliya pêngava dîrokî ya têkbirina DAİŞ’ê re kir, di bajarê Girê Sipî de jî şahidî ji dagirkerî û hovîtiya dewleta tirk re kir.   Rêwîtiya Dilovan a ku ji bakûrê Kurdistanê ji Gevera serîhildêr dest pê kiribû, li Kobanê, li Amûdê, li Dêrazor bê navber dewamkir, ev rêwîtiya bi wate li bajarê Girê Sipî temam bû. Dilovan di kêliyên ku berê xwe dabû bajarê Girê Sipî, gotibû: "Em ê dîrok binivsînin! Dîrok… û bi rastî jî li bajarê Girê Sipî bi ruxmê êrîşên giran ên dewleta tirk a dagirker tevî grûbek hevalên xwe di 13'yê Cotmeha 2019’an de dîrok nivîsand, dîroka berxwedana rûmetê nivîsand.   Ji ber wê em careke din dibêjin! dibe ku Dilovan ji nava me koç kiribe, lê kelecana wê, coş û morala wê, şêwazê jiyan û berxwedana wê îro bûye şêwazê kar û xebata me hemiyan. Em jî weke rêhevalên Dilovan, Mihemed, Seed û Vedat Erdemcî, weke şopdarên Gurbetelî, Agirî Yilmaz, Dilîşan, Nûjiyan û Denîz Firat’an em soz didin ku wê pênûsa wan tucarî li erdê nemîne, emê bi pênûsa wan dîroka rizgarkirina xaka xwe ya dagirkirî binivsînin, em ê dîrok azadiyê binivsînin."