'Hevrînê bû sembola aştî û wekheviyê' 2020-10-13 09:12:13   Sara Şêx Hesen   HELEB - Ji Rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Helebê Xalîde Ebdo salvegera yekemîn a Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr anî û wiha got: "Di kesayeta Hevrîn Xelef de xwestin îradeya jina azad bişkînin, lê Hevrîn her di nava me de dijî û li Sûriyeyê bû sembola aştî û wekheviyê."   Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12'ê cotmeha 2019'an de ji aliyê komên çeteyan ê girêdayî dewleta tirk ên bi navê Ehrar El- Şeraqiyê ve hate hedefgirtin û bi şêwazeke hov hate qetilkirin. Ji Rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Helebê Xalîde Ebdo, salvegera yekemîn a Hevrîn Xelef bi bîr anî û nêrîna xwe parve kir.    'Hevrîn Xelef Fikrê Partiya Sûriyê Pêşerojê li hemû deveran belav kir'   Xalîde de destpêka gotina xwe de Hevrîn Xelef bi bîr anî û wiha got: "Em di şexsê Hevrîn Xelef de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan nû dikin. Hevrîn bi awayekî hov ji aliyê çeteyan ve şehîd hat xistin, xwestin bi şehadeta Hevrînê re îradeya jinên Sûriyeyê têk bibin. Her wiha armanca esasî jî ew bû ku xwestin projeya netewa demokratîk têk bibin. Hevrîn Xelef di sala 2018'an de hat bajarê Helebê û bi dirûşma "Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî" Partiya Sûriya Pêşerojê ava kir. Hevrîn fikrê Partiya Sûriya Pêşerojê li hemû deverên Sûriyeyê belav kir. Xwest aloziya Sûriyeyê bi vê partiyê re were çareserkirin û yekîtiya gelên Sûriyeyê ava bike. Baweriya Hevrînê pir bi projeya netewa demokratîk û wekheviya gelan hebû û heta astek pir mezin jî rola xwe di nava civakê de leyist. Tu ferq û cudahî nedikir nava pêkhateyan û gelek piştgirî dida jinan."    'Hevrîn sembola aşîtiyê ye'   Xalîde di dewama gotina xwe de bal kişand ser kesayeta Hevrîn Xelef û wiha domand: "Ez bi xwe bi Hevrînê re mame. Taybetmendiyên ku di kesayeta Hevrîn Xelef de hebû pir cuda bû û bala mirovan gelek dikişand. Her wiha jinek siyasî, xwedî îradeyek xurt û leheng bû. Her wiha cihê moral û hêzdayînê bû. Hevrînê bi xebata xwe re xwest pêşerojeke azad ji hemû jinên Sûriyeyê re ava bike. Hevrînê sembola aştiyê bû  û dixwest bi rêya Partiya Sûriya Pêşerojê re gelê Sûriyeyê komî ser hev bike û hemû netew bi hev re di aramiyê de bijîn. Gelek beşdarî çalakiyên jinan dibû, dixwest her jinek di aliyê siyasî û zanebûnê de pêşketî be û dixwest jin di aliyê siyasî de rola esasî bileyîze. Hevrînê kiryarên dewleta tirk li hember gel û axa Sûriyeyê qebûl nedikir. Carinan dihat buroya me û me ziyaret dikir, dema me wê didît em pir kêfxweş dibûn û bi kesayeta wê re dihatin girêdan."   'Em ê xeyalê Hevrînê pêk bînin'   Xalide di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew ê xeyalê Hevrîn Xelef bi cih binîn û karê Partiya Sûriya Pêşerojê berdewam bikin û wiha bi dawî bû: "Em niha rêka Hevrîn Xelef dewam dikin û di Partiya Sûriya Pêşerojê de cihê xwe digirin. Armanc û daxwaza me ew e ku em xeyalên Hevrînê pêk bînin û Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin."