‘Li hember qirkirin û tundiyê têkoşîna jinan dewam dike’ 2020-10-13 09:08:38   Lîlav Elî   ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Eyşe Mehmûd dîroka têkoşîna jinan a li hember tundî û êrîşan nirxand û got: "Bi hedefgirtina jinan dixwazin hebûna civakê tune bikin, lê li hember zîhniyeta paşverû jinê asta tekoşîna xwe bilind kir û teslîmkarî qebûl nekir."   Di dirêjahiya dîrokê de û heta rojên îro hertim tundî, komkujî û tunekirina ser hebûna jinan tê meşandin. Jinê bi van kiryaran hem berdêlên giran daye, hem jî hedef hatiye girtin. Her çiqas hewildanên tunekirinê hatibin kirin jî, jinan serî hildaye û ji bo civakeke azad her têkoşiyaye. Derbarê pênasekirina dîroka têkoşîna jinan de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Eyşe Mehmûd nirxandin kir û ji me re parve kir.   'Li hember zîhniyeta paşverû jin têkoşiyaye'   Eyşe di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku jin herî zêde di civakê de tê hedefgirtin û wiha got: "Ji ber ku bi rêya jinê pêşketin û zanekirina civakê tê bidestxistin, ev yek jî  li gor berjewendî û siyaseta dewletên desthilatdar ne di cih de ye. Bi hedefgirtina jinê dixwazin hebûna civakê tune bikin. Li hember zîhniyeta paşverû jin asta tekoşînê bilind dike û teslîmkarî qebûl nekirî. Em wek rêxistinên jin îro vê yekê bi berxwedan û tekoşînê îsbat dikin. Em ê li hember tundî û tunekirina jinê bisekinin. Hewildanên me hene ku em guhertinekê di civakê de bidin çêkirin û hebûna jinê bi wan bidin nasîn."   'Bi hedefgirtina Yadê Eqîde xwestin jinan bitirsînin'   Di berdewamiya axaftina xwe de Eyşe bal kişand ser projeya netewa demokratîk ku ji bo azadî, maf û hebûna jinê ya di civakê de mîsoger bike derketiye û wiha pê de çû: "Jin xwedî li projeya netewa demokratîk  ku ji bo doza azadiya wê hatiye pêşxistin, derket û bû pêşenga zanekirina civaka xwe. Ev  jî bi saya fikir û ramanên Rêber Apo bû ku derfet ji jinan re vekir û jinê jî hêza xwe ji wî fikrî girt. Jin her ji aliyê dijminan ve tê hedefgirtin yek jê Yadê Eqîde bû  ku di şerê Serêkaniyê de gihaşt asta şehadetê. Xwestin bi rêya hedefgirtina Yadê Eqîde metirsiyekê têxin dilê jinan. Li dijî hedefgirtina jinan, jin bû xwedî sekin, hebûn û siyaseta dewletên desthilatdar eşkere kir."   'Li dijî dagirkeriyê em ê têbikoşin'   Di dawiyê de Eyşe li ser hedefgirtina jinan a ji aliyê hêzên hegemon ve wiha got: "Bi hedefgirtina jina siyasetmedar Hevrîn Xelef xwestin dengê jinê di qada siyasî de qir bikin. Dewletên hegemonîk qebûl nekirine ku jin cihê xwe di qada siyasî de bigirin û rolek mezin di wir de bilîzin. Daxwaza Hevrîn ew bû ku jiyaneke azad demokrat û ne navendî bê avakirin. Em ê xeyalên Hevrîn pêk bînin. Li hember dagirkeriyê wê têkoşîna me berdewam be. Şikandina tecrîd û azadkirina Rêber Apo erkeke  dikeve ser milê hemû jinan e. Azadiya Rêber Apo azadiya me mîsoger dike."