‘Di vê parkê de bîranînên pekrewanên me hene’ 2020-10-13 09:02:57   Sara Şêx Hesen    HELEB - Parka 4'ê Nîsanê di sala 2016'an de li taxa Şêx Meqsûdê hatiye avakirin. Jinên ku serdana vê parkê dikin wiha dibêjin: "Parka 4'ê Nîsanê ji ber tê de bîranînên pakrewanên me û pirtûkên Rêber Apo hene dilê me rehet dike. Em dema tên ve parkê em hem bêhna xwe vedidin, em hem jî para xwe ji zanist û fikirê Rêber Apo jî digirin.”   Parka 4'ê Nîsanê yek ji parkên herî bi nav û deng a di Taxa Şêx Meqsûd ya li Helebê ye. Di vê parkê de cudahiyeke ber bi çav ji parkên dîtir heye. Di şerê Şêx Meqsûdê de dest bi avakirina wê bû, lê piştî vî şerî ev cudahiya wê derkete pêş. Di vê parkê de cihekî taybet ji bo bîranînên pakrewanên şerê Şêx Meqsûdê hatiye veqetandin. Li aliyê din jî pirtûkxaneya ku pirtûkên girêdayî zanistê û pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê de hene. Mirov dikare vî cihî ne tenê weke cihê bêhnvedanê pênase bike, ji ber li kêleka wê xweşikbûneke cuda heye. Mirovên ku tên vê parkê jî dilê wan bi dîtina bîranînên pakrewanan rehet dibe. Her wiha ji bo xurtkirina zanistê jî ji xwe re têne serdanê. Jinên ku serdana vê parkê dikin nêrîna xwe bi me re parve kirin.   ‘Dema em tên serdana vê parke dilê me rehet dibe’   Jina bi navê Fayze Xelîl diyar kir ku ev park di sala 2016'an de hatiye avakirin û wiha got: "Di 4'ê Nîsanê de roja Rojbûna Rêber Apo ye, bi boneya vê rojê ev park hat vekirin. Dema ku ev park dihat avakirin, ji bo me tevan hestekî pir cuda bû, ji ber nedişibiya parqên din. Di vê parkê de me ji bo roja rojbûna Rêber Apo dar tê de çandin û niha darên ku me çandine mezin bûne. Dema em tên serdana vê parkê dilê me rehet dibe û kêfxweşiyek pir xweş em dijîn. Berî şerê li şêx Meqsûdê amadekariyên wê dihat kirin, lê bi sedema şer hindekî karê wê hat rawestandin. Piştî şer dîsa avakirina wê berdewam kir û niha jî bi xemla wê em çavên xwe ronî dikin.”     ‘Mirov ji her derê tên serdana parkê’   Fayze di dewamiya axaftina xwe de cudabuna parkê anî ziman ku tê de ew pirtûkên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dixwîne û wiha pê de çû: “Ev park ji bo min pir pîroz e. Li kêleka  ku em têne vir bêhna xwe didin, em para xwe ji zanist û fikrê Rêber Apo jî digirin. Di parkê de pirtûkxaneyeke pirtûkên ramanên Rêber Apo heye, gelek caran em ji xwe re pirtûkan jî dixwînin.  Di vê parkê de her tiştên xweş tên bîra mirovan û mirov bi mejiyê xwe zengîn dibe. Ev park bala her kesî dikşîne û mirov ji her derê tên ji xwe re serdana wê.”   ‘Di vê parkê de bîranînên pakrewanên me hene’   Jina bi navê Dilşan Osman li ser Parka 4’ê Nîsanê nêrîna xwe anî ziman û ev tişt got: “Ji destpêka şerê taxa şêx Meqsûd heta roja me ya îro ez di taxê de dijîm. Di şer de gelek bûyerên bi êş derketin her bûyerek  jî bîranînek di dilê me de hişt. Di vê parkê de tiştên cuda tên dîtin, dema ku em destpêkê nû derbas dibin tişta ku bala min dikişîne wêneyên Şehîdan ên di nava xwezayê de ne. Di hundirê parkê de odeyeke cuda ji bo bîranînê van pakrewanan hatiye veqetandin. Bîranînên mîna lênûsk, nameyên wan, nasname, cilê wan û her tiştên ku bi şehadeta wan bi wan re hatiye dîtin li vir in. Em watedariyeke pir cuda didin van bîranînan.”      ‘Ev park ji bo dayikên pakrewanan cihê rehetiyê ye’    Dayika têkoşer Serbilind Sebah Bekiro nêrîn û hestên xwe yên têkildarî vê parkê anî ziman û wiha got: “Ev cih ji bo min pir pîroz e. Ji bo Dayikên Şehîdan cihê rehetiyê ye. Fikrê doza ku zarokên me di oxira wê de canê xwe feda kirin û hemû bîranînên wan li vê parkê ne. Her wiha odeyek ji bo wêneyên Rêber Apo jî heye, her ku ez têm vê parkê ji xwe re li wan temaşe dikim.  Ez bi hêvî me projeyên wisa li derê din bên pêşxistin.”