Li Rojhilata Navîn jinan însiyatîfa 'Li dijî komkujiyên jinan têkoşîn' ava kirin 2020-10-12 17:26:55   NAVENA NÛÇEYAN - Li Rojhilata navîn tevî nûnerên rêxistinên jinan gelek jinan ji bo sûcên ji aliyê mêtingeran hatine kirin belge bikin bi dirûşma 'Li dijî komkujiyên jinan têkoşîn' însiyatîf ava kirin.    Li Rojhilata Navîn û Bakur û Rojavayê Sûriyeyê tevî nûnerên rêxistinên jinan gelek jinan ji bo sûcên ji aliyê mêtingeran hatine kirin belge bikin bi dirûşma 'Li dijî komkujiyên jinan têkoşîn' însiyatîf ava kirin. Bi rêya civîna onlineyê însiyatîf hat avakirin.    Di daxuyaniyê de mafên mirovan ên bingehîn, peymanên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, peymanên navneteweyî yên têkildarî wekheviya di navbera gelan de derket pêş û hat gotin sîstema kapîtalîst li ser şer, kaos û krîzê xwe xwedî dike.    Jinan diyar kirin ku perçebûna civakan ji ber zêdekirina tundiya li ser jinê ye û ev jî polîtikayeke girîng a sîstemên kapîtalîst ên cîhanê ne. Jinan diyar kirin ku gelek mînakên êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wên yên li ser  Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, bombebarana gundên Iraqê, dagirkirina herêmên Filîstinê yên ji aliyê Îsralê hene. Her wiha hat gotin şerê ku dibe di aliyê qadên çand, siyaset, fikir, tenduristiyê herî zêde bandorê li jinan dike.    Saziyên di însiyatîfê cihê girtin wiha ne:   *Komeleya Jinê ya Lubnanê   *Komîteya Jinê ya Partiya Tanşak a Lubnanê   *Komîteya Jinê ya Konseya Aştiyê û Ewlehiya Yekîtiya Efrîka û Tunusê   *Komeleya Jinê ya Iraqê   *Lijneya Rêveberiya Milê Jinê ya Partiya Zahmetkeş a Kurdistana Iraqê   *Tora Piştevaniya Aştiyê ya Jinên Lîbyayê   *Meclîsa Sekreterên Rêxistina Jinê ya Nû ya Misirê   *Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star   *Koordinasyona Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê   *Yekîtiya Jinên Suryanî ya Sûriyeyê   * Tevgera Jinên Azad