Li girtîgehê dest xistin ser pirtûk û xirqeyên girtiyan 2020-10-12 15:36:55   AMED - Girtiya bi navê Dilber Tanrikulu ya li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê bi rêya hevdîtina bi telefonê re da zanîn ku piştî îdarî lêgerîn kiriye dest xistiye ser xirqa û pirtûkê wan.    Zextên li ser girtiyên siyasî û binpêkirina mafan a li girtîgehan dewam dikin. Girtiya bi navê Dilber Tanrikulu ya li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê bi rêya hevdîtina bi telefonê re bal kişand ser bêhiqûqiya li girtîgehan.    Dilberê da zanîn ku îdareyê li koguşên wan lêgerîn kiriye û wiha got:"Ji bo lêgerînê hatin koguşê. Hemû tiştên me belawela kirin. Dest xistin ser xirqe, pirtûk û gelek alavên din."