KESK ji bo piştevaniyê hat serdana me 2020-10-12 15:10:27     WAN - Endamên KESK'ê ji ber girtina nûçegîhana me Şehrîban Abî û girtina 3 hempîşeyên wê serdana piştevaniyê ya buroya me kir.    Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ugur avêtina ji helikopterê ya du gundiyên li Şaxa Wanê ji raya giştî re ragihandibûn. Di 6'ê Tîrmehê de nûçegîhana Şehrîban Abî, Rojnameger Nazan Salan, Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ugur hatibûn girtin.    Ji ber girtina rojnamegeran endamên Platforma Şaxên Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) ji bo piştevaniyê hatin serdana buroya me.    Rojnamegerên li bajêr jî di rojên borî de hatibûn serdana piştevaniya ji bo me.