'Bila Dayikên Aştiyê serbest bên berdan' 2020-10-12 14:59:31   AMED - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê Dayikên Aştiyê yên li Rihayê hatine binçavkirin demildest bên berdan û wiha gotin:"Hevalên me ne tenê ne. Em ê daxwaza wan a ji bo aştiyê dubare bikin."   Di 6'ê Cotmehê de li Rihayê bi ser gelek malan de hatibûn girtin û tevî 4 endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê 12 kes hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirina Dayikên Aştiyê hat dirêjkirin û ev 6 roj in li Muduriyeta Emniyetê ya Rihayê tên girtin. Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarî binçavkirinan daxuyanî da. Hemû endamên meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Dayikên Aştiyê Vasfiye Yigit axivî.    Hat xwestin ku dayik serbest bên berdan   Vasfieyeyê bang li hukumetê kir û bal kişand ser temenê dayikan û xwest dayik serbest bên berdan. Vasfiyeyê bi bîr xist ku ji ber pandemiyê biryara sînordarkirina ji bo kesên temenê wan bi ser 65'an e hatiye dayin lê belê hukumet binçavkirina dayikên temenê wan mezin wekî talûkeyekê nabîne. Vasfiyeyê wiha dewam kir:"Dayikên hatine binçavkirin û em tenê aştiyê dixwazin. Em dixwazin ev xwîn bisekine û em dixwazin di nava aramiyê de bijîn. Divê herkes vê zilmê bibîne. Ji bo dayik serbest bê berdan ev xwîn bisekine divê mirovatî rabe ser piyan. Hevalên me ne tenê ne. Em qêrîna daxwaza wan a aştiyê dewam bikin."