Kongreya Star Hevrîn Xelef bi bîr anî 2020-10-12 13:12:58   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê Sekreterya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi bîr anî û gotin: "Destdirêjî û bêexlaqiya ku li hemberî jinê pêk tê bi tundî şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Mafê Mirovan dikin ku kujerên jinê bên ceza kirin."    Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi dirûşma "Yasmîn nekuştin, em hemû Hevrîn in" Sekreterya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi daxuyaniyekê li Wargeha Berxwedanê ya Kantona Şehbayê bi beşdarbûna Desteya Jin, Endamên Partiya Sûriye Pêşerojê bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de wêneyê Hevrîn Xelef hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya şaxa Efrînê Barîn Mamo ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha bû: "Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û di encamê de bajarê Girê Spî û Serêkanî hat dagirkirin. Piştî êrîşan heta roja îro jî êrîşên dewleta tirk di derheqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Her wiha cihê ku hatiye dagirkirin her roj, qetîlkirin, revandin û êşkence pêk tên. Dewleta tirk bi rêya nûjenkirina dîroka osmaniyan destdavêje gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha bi rêya êrîşan gelek welatî hatin qetîlkirin û gelek ji wan koçber bûn. Di 12'yê cotmeha 2019'an de Sekreterya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef dema ku li ser erka xwe bû li ser rêya M4'ê bi kemînekê plankirî hat hedef girtin û bi şêwazekê hovane hat şehîd xistin. Hevrîn Xelef jinek siyasetmedar bû û ji bo Sûriyek demokratîk û nenavendî kar dikir. Dewleta tirk ji ber ku pergala me pêk neyê di hemû waran de êrîş dike.    Em bi navê Kongreya Star a Herêma Efrînê destdirêjî û bêexlaqiya ku di derheqê jinan de pê tê bi tundî şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Mafê Mirovan dikin ku kujerên jinê bên ceza kirin û bi erka xwe ya hiqûqî rabin."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.