Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em îteatê nakin! 2020-10-12 12:21:46   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê encamnameya civîna xwe ya Stenbolê aşkera kir û got: "Em îteatê nakin, bêdeng nabin û natirsin!"    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo pêvajoya nû û xeta xwe ya polîtîk diyar bike di 10'ê cotmehê li Stenbolê civînek li dar xistibûn. Jinan encamnameya civîna xwe aşkerakirin. Encamname bi navê "Em ê welatekî azad û demokratîk bi destê jinan avabikin" hat weşandin.    Di encamnameyê de wiha hat gotin: "Êrişên topyekûn a li hemberî partiya me her roja ku derbas dibe kûrtir dibe. Tenê armancekê êrişan heye û ev jî dixwazin destkeftî û hêviyên jinan ji holê rakin û jinê mehkûmê zîhniyeta yekparêziyê bikin. Rant, talan, rizandin û polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinê bi destê AKP û MHP'ê bi navê rehîn girtin, xesp kirin û destdayîna li ser vînê derket asta herî jor. Bi mekanîzmayên darazê û operasyonan dixwazin HDP'ê ji holê rakin û li welat serdestiya faşîzmê pêş bixin.    Serkeftina HDP'ê ya sala 2015’an bû sedem ku îqtîdar tola xwe ji civakê bigire. Bi taybetî jî êrişê jinên ciwan kirin û polîtîkayên şer ên taybet dan meşandin. Mezinbûna têkoşîna jinan ji bo civakê bû behnek. Li hemberî têkoşîna jinê, destkeftiyên jinan xespek heye. Rêvebertiya jinan a şaredariyan xwestin tasfiye bikin. Wekî xespkirina Şaredariya Qersê. Hevşaredar Şevîn Alaca û bi dehan hevalên me hatin girtin. Ev polîtîkayeke rehîn girtinê ye.    Di salvegera 22'yemîn Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de, komplo bêtir kûr dibe. Bi komployê pirsgirêk kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixin bin tecrîdê. bi saya fikrê Birêz Abdullah Ocalan HDP'ê hat avakirin, êriş jî ji ber vê pêk tê, tecrîd ji ber vê tê kûrkirin, jiyana wekhev û azad ji ber ve nayê xwestin. Dixwazin ev fikra heyî ji holê rakin û civakê bê bîr bihêlin. Ev operasyona li hemberî HDP'ê û tecrîda li hemberî Ocalan tê wateya operasyonên tolhildanê.    Lê jin bi hêmû hêzên xwe yên dînamîk dê têkoşîna xwe mezin bikin û li dijî faşîzmê dê pêşeroja xwe avabikin. Em serî natewînin. Em ê welatê xwe biparêz in. Em ê Peymana Stenbolê biparêz in, li dijî guhertina Qanûna Êrişa Zayendî rawestin, rêveberiya jinê ya li herêman li pêş bixin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em bi sazî û rêxistinên jinan re, bi mezinkirina têkoşînê re rê nedin faşîzmê.   Em îteat natin, bêden nabin û natirsin!"