'Îro bi hezaran jin ji bo xeyalên Hevrînê pêk bînin li ser piyan e' 2020-10-12 11:26:22   Sara Şêx Hesen    HELEB - Ji bo bîranîna Hevrîn Xelef li bajarê Helebê pêşengeha wêneyan hat vekirin. Endam û Rêveberên Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Helebê yên ku beşdarî pêşengehê bûne nêrîn dan û gotin: "Xeyalê herî mezin ya Hevrîn Xelef avakirina Sûriyeke demokratîk, aşitî û ne navendî bû, em jî ji bo ku xeyalê Hevrîn pêk bînin em ê her di nava kar û xebatê de bin.   Di salvegera şehadeta Hevrîn Xelef de, Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Helebê pêşengeha wêneyan bi dirûşma "Dagirkeriyê têk bibin, têkoşîn ji bo aşitiyê ye" bi tevlîbûna bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl vekir. Her wiha di pêşengehê de wêneyên Hevrîn Xelef û Ferhad Ramadan hatibûn çêkirin. Endam û Rêveberên Partiya Sûriya Pêşerojê yên ku tevlî pêşengehê bûne nêrîna xwe bi me re parve kirin.   'Em ê xeyalê Hevrînê pêk bînin'   Endama Bîroya Eleqetan di Partiya Sûriya Pêşerojê de Sebîhe Efaş, Hevrîn Xelef bi bîr anî û wiha got: "Ji bo bi bîr anîna Hevrîn Xelef me pêşengehek vekir. Hevrîn Xelef ji bo belavkirina aştiyê û avakirina jiyaneke bi rûmet herdem li ser şopa lêgerîna rastiyê bû. Ne tenê jina kurd temsîl dikir di heman demê de hemû jinên Sûriyeyê temsîl dikir. Em weke jinên ku di Partiya Sûriya Pêşerojê de xebat didin meşandin em soza şopandina rêya Hevrînê nû dikin û em ê xeyalê wê pêk bînin. Dewletên dagirker û bi taybet dewleta tirk û çeteyên wê ji hêz û hebûna jinan ditirsin, ji bo wê jinan dixin armanca êrîşên xwe. Dewleta tirk xwest di şexsê Hevrînê de îrade û hebûna jinê bişkîne, lê xwesteka dewleta tirk bi cih nehat, îro bi hezaran jin ji bo tol û xeyalê Hevrîn li ser piyan e."   'Şehîd xistina Hevrîn Xelef sûcek navneteweyî ye'   Cigîra Rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê Merve Qunlî Hevrîn Xelef bi bîr anî û axaftina xwe wiha bi lêv kir: "Em şehîdên xwe herdem didin jiyîn, îro jî em Hevrîn Xelef didin jiyîn. Bi navê Hevrîn Xelef li vê derê pêşengehek tê lidarxsitin û em Hevrîn Xelef bi bîr tînin. Her wiha şehîdên me di dilê me de herdem dijîn. Hevrîn Xelef jinek siyasetmedar bû, rolek pir mezin di avakirina Sûriyeke pêşeroj de dilîst, ji bo wê dewleta tirk wê armanc girt. Şehîd xistina Hevrîn Xelef sûcek navneteweyî ye, ji bo wê pêwiste hesab ji sûcdaran bê xwestin."   'Em ê şopdarê rêya wê bin'   Endama Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Helebê, Sûheyle Birîm jî wiha got: "Êşa Hevrîn Xelef bi gotinan nayê ziman, lê em cihê ku xwe aciz bikin, em ê tola wê di dilê xwe de mezin bikin û armanca ku Hevrîn Xelef dixwast em ê bi cih bînin. Ji bo ku em xeta Hevrîn Xelef berdewam bikin em ê herdem şopdarê rêka wê bin. Xeyalê herî mezin ya Hevrîn Xelef avakirina Sûriyeke demokratîk, aşitî û ne navendî bû, em jî ji bo ku xeyalê Hevrîn pêk bînin em ê her di nava kar û xebatê de bin. Em derfet nadin dewleta tirk da ku dîroka osmaniyan li ser xaka Sûriyeyê zindî bike, em ê rê li pêş wan bigirin."