Rojnamegeran bertek nîşanî girtina hempîşeyên xwe dan 2020-10-12 10:50:06   Hîkmet Tunç   WAN - Rojnamegerên ku bertek nîşanî girtina hempîşeyên xwe dan gotin, "Serokatiya propagandayê ku li qeserê hatiye damezrandin û artêşa trol têrê nake, rojnamegerên ku dijberê vê lêkolîn dikin tên girtin. Lê em dest ji ragihandina nûçeyên rast bernadin."   Li Wanê di 6'ê Cotmehê de di serdegirtinên malan de nûçegîhana me Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ugur, bi îdaya, "li dijî dewletê bûyerên civakî kirine nûçe" hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin. Rojnamegeran bertek nîşanî girtina  hempîşeyên xwe dan.   'Emniyeta Wanê di serî de rojnamegeran dibîne'   Rojnameger Nîmet Olmez diyar kir ku girtina rojnamegeran a dijqanûnî nayê qebûlkirin û wiha berdewam kir, "Her cara ku em nûçe dişopînin ji bilî çapemeniya îqtîdarê em rojnameger zahmetiyên mezin dikişînin. Herî dawî jî bi gotina 'bila MA  nûçeyê neşopîne kî dişopîne bila bişopîne' helwesta xwe diyar kirin. Li Wanê vê salê gelek bûyer qewimîn. Lê di dema bûyer diqewimin de emniyeta Wanê di serî de li rojnamegeran dinêre, kamerayên wan digire û wan binçav dike û digire.  Girtina 4 rojnamegeran ji bilî sergitina bûyerên li vî bajarî wêdetir tu tişt nîne."   'Mafê gel heye agahiyên rast bigire'   Nîmet anî ziman ku îqtîdar hemû nûçeyên ku medya muxalîf serwîs dike wekî 'Nûçeyên pergala cemaweriyê xira dikin' dibîne û wiha got,"Mafê gel e ku agahiyên rast bigire. Li Wanê Servet Turgut û Osman Şîba yên ji aliyê leşkeran ve hatin girtin ji helîkopterê avêtin. Disa li navçeya Westanê gindiyên ku kuvark kom dikirin binçav kirin û gotin 'me 4 terorîst girtine' û wêeneyên wan parve kirin. Ev kesên ku hatin binçavkirin îşkenceya giran li wan hat kirin. Piştî ku îspat bû gundî ne jî wan bi xwe serbest berdan. Wêneyên wan ji aliyê emniyetê ve hatin parvekirin. Gelek bûyerên bi vî regnî ku bên vegotin hene. Ev hemû rastî ne û mafê gel ê ku agahiyên rast bigire heye."   'Ji bo girtina rojnamgeran amadekarî kirin'   Nîmet anî ziman ku qtîdar medyayek ku li gorî wê tevbigere dixwaze û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Wekî ku patronên medyaya bi xwe ve girê dan, serokatiya propagandayê ku li qesrê hatiye avakirin û artêşa trola ne bes be, rojnamegerên ku dijberê wan dixebitin jî asteng dikin. Medyayê hevalên me hedef nîşan dan û ji roja hatin binçavkirin li gorî xwe derbarê wan de nûçe çêkirin. Medyaya alîgir bi vê helwesta xwe ji bo hevalên me bên girtin bingeh ava kir. Lê ew çi dikin bila bikin em dest ji karê xwe bernadin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."   'Em dest ji nivîsandina rastiyan bernadin'   Rojnameger Zelal Sari, jî dijberî tişta di dosaya rojnamegeran de hatiye nivîsandin got ku  wan tenê rojnamegerî kiriye û wiha berdewam kir, "Hevalên me ji ber ku bûyerkeke qewimî ji gel re ragihandin hatin girtin. Bi vê helwestê dixwazin bibêjin 'nûçeya em nexwazin hûn nikarin serwîs bikin'. Lê em ê ji hev re bibin piştgir û karê xwe berdewam bikin û nûçeyên xwe çêbikin."   'Rojnamegerî di hedefê de ye'   Rojnameger Zeynep Kuray jî got ku girtina ronamgeran operasyon tolhildanê ye û ev tişt got, "Peyamê didin û dibêjin ku hûn nikarin rastiyan binivîsin. Lê ev nayê qebûlkirin, tu kes ji ber nûçeyeke ku hatiye belgekirin nehatiye girtin.  Rojnamegerî ji xwe re kirine hedef.  Dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin. Lê em ê karê xwe berdewam bikin û bêdeng nemînin. Gelek caran xwestin çapemeniya azad bêdeng bikin lê bi ser neketin. Dixwazin rastiyan ji gel veşêrin. Lê divê raya giştî jî li rojnamegeran xwedî derê. Lê gel hemû astengiyan jî em ê rastiyan ji gel re ragihînin."