Kongreya Star: Em ê daxwazên rêhevalên xwe yên azadiyê pêkbînin 2020-10-12 09:14:00   QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê nivîskî Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde bi bîr anî û gotin: "Em ê asta berxwedan û têkoşîna azadiyê bilind bikin û xwedîderketina li doza rêhevalên xwe yên şehîd, em ê tola wan hilînin û bibin şopdarê rêya wan da ku daxwazên wan ên azadiyê pêkbînin. Ronahî û agirê şoreşa azadiyê wê herdem zindî be û tucaran venamire."   Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê nivîskî Sekreterya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef û Endama Dîvana Edaletê Yadê Eqîde bi bîr anîn û diyar kirin ku ew wek Kongreya Star êrîşa dijmin ya li ser Hevrîn Xelef û Dayê Eqîde bi dijwarî şermezar dikin û pêwiste hemû tevgerên jinan li seranserî cîhanê, hemû gelên têkoşer û azadîxwaz li hemberî vê êrîşa bêbext û dijwar sekineke dîrokî bidin diyar kirin û helwesta xwe yên têkoşîn û azadiyê bikin yek.   Daxuyanî wiha ye: "Di 9'ê Cotmehê 2019'an de êrîş û planên dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê ya ku li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin, heta roja îro jî berdewam dike. Armanca van êrîşan jî hilweşandina sîstema netewa demokratîk e. Em di salvegera 1'emîn a Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde de hemû şehîdên Serêkaniyê bi rêzgarî bi bîr tînin û bi dilsoziya xwe ya ji bo têghiştin û pêkanîna azadiya şoreşa gelên demokratîk, bê navber bidomînin. Berxwedanî û hêza jinên şoreşger û berxwedêr wê her tim berdewam bike. Keda şehîdên me ji bo wekheviya civakê tucarî nayê ji bîr kirin û wê herdem di dilê me de bijîn. Em ê li ser xeta wan ya birdozî, azadî û demokrasiyê bimeşin û xewin û xeyalên wan bi cih bînin.   Hevrîn Xelef ji bo me tevan pêşeng e   Di 12'yê cotmeha 2019'an de Sekreterya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hat hedef girtin û jiyana xwe ji dest da. Hevrîn Xelef ji bo me tevan pêşeng bû. Hevrîn ji bo avakirina civakek demokratîk ku hemû pêkhate bi hev re jiyan bikin, her jiyana xwe kir xizmeta gelan. Hevrîn ji bo bidestxistina azadiyê, xebatên giran bûha meşand. Her wiha ji bo azadiya civaka xwe jî gelek kar û xebatên di rêveberiyê de bi fedekarî cihê xwe girt. Herî dawî jî dema li ser kar û erka xwe bû ji aliyê dijminê hovane ve bi êrîşekê hate armanc kirin.   Yadê Eqîde ji bo welatê xwe canê xwe feda kir   Di heman demê de, Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî û desthilatdariya xwe winda neke, domdar bike komkujiya gelê sivîl di şerê Serêkaniyê de pêkanî. Mirovên sivîl û dayikên ku xwestin pêşiya dagirkirinê bigrin yek ji wan dayika Eqîde bû ku di oxira parastina welatê xwe canê xwe da û ji aliyê dijmin ve hate şehîd xistin. Erdogan ji bo nûjenkirina xeyalên osmaniyan bi hemû şêwazên faşîst û kiryarên qirêj êrîş dike. Ev rewş û pêvajoya herî dawî têkçûna Erdogan îfade dike, ji bo wê beriya ku têk biçe hemû rêbazên talankirin û tunerkinê li ser Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dixîne.   Agirê şoreşa azadiyê dê tucaran venamire    Em wek Kongreya Star ev komkujiya hovane û dij mirovahiyê ya ku li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet jinên azadîxwaz, şoreşger, rêxistinên jinan ku hedef digirin, em van sûcên şer û kiryarên qirêj yên dewleta tirk û hevkarên wê bi awayekê tund şermezar dikin. Bi heman rêbazî herî dawî li gundê Helincê ya bajarê Kobanê li ser her sê hevalên me yên jin Zehra Berkel, Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl dan meşandin û komkujiyê pêkanîn. Ev komkujî polîtikayên qirkirin yên pêşengtiya şoreşa jinên Rojava îfade dike. Ev yek tucaran wê moralê me nexîne û  vîna me naşkîne, berovajî em ê asta berxwedan û têkoşîna azadiyê bilind bikin û xwedîderketina li doza rêhevalên xwe yên şehîd, em ê tola wan hilînin û bibin şopdarê rêya wan da ku daxwazên wan ên azadiyê pêkbînin. Ronahî û agirê şoreşa azadiyê wê herdem zindî be û tucaran venamire.   Divê ev dagirkerî li ser herêmên me bi dawî bibe   Em wek Kongreya Star ev êrîşa dijmin ya li ser Hevrîn Xelef û Dayê Eqîde bi dijwarî şermezar dikin û helwesta xwe bi awayeke tund li hemberî hemû hêzên dagirker û raya giştî didin diyar kirin. Pêwiste hemû tevgerên jinan li seranserî cîhanê, hemû gelên têkoşer û azadîxwaz li hemberî vê êrîşa bêbext û dijwar sekineke dîrokî bidin diyar kirin û helwesta xwe yên têkoşîn û azadiyê bikin yek. Her wiha bêdengiya rêxistin, saziyên navneteweyî û  hiqûqî şermezar dikin û dibêjin bêdengiya we tê wateya hevkariya we ji bo pêkanîna van sûcên şer û kiryarên qirêj. Pêwiste ev sûc werin şopandin û hesabekî navneteweyî were xwestin û edalet bi cih were û ev dagirkerî li ser herêmê me bi dawî bibe."