Dilîşan Îbîş li ser gora xwe hat bibîranîn 2020-10-12 09:10:16   KOBANÊ - Bi dehan rêveber û endamên çapemeniya azad sêyemîn salvegera  rojnameger Dilîşan Ibiş bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle bi bîranîn û gotin: " Em ê her tim şopdarên heqîqetê bin, kamera û pênusa Dilîşan wê li erdê nemîne."   Dilîşan Îbiş di hemleya Bahoza Cizîrê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Dêrezorê de wek nûçegîhan cih girtibû. Dema ku Dilîşan û herdu hevalên wê Rizgar Deniz û Hogir Mihemed nêrîn û dîmenên koçberan digirtin û xwestin ji raya giştî re parve bikin, di encama mayîneke çeteyên DAIŞ'ê de Dilîşan û Hogir jiyana xwe ji dest dan û Rizgar jî bi awayîkî giran birîndar bû, piştî 75 rojan Rizgar Deniz jî jiyana xwe ji dest da. Duh rêveber û endamên çapemeniya azad ya Kantona Kobanê û rêhevalên Dilîşan Îbiş bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle sêyemîn salvegera Dilîşan bi bîr anîn. Bi dehan endamên çapemeniyê û rêhevalên  Dilîşan amede bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê axaftin ji aliyê Rojnemevan Binevş Sarya û nûçegîhanê Ronahî Tv'yê Kobanê Lezgîn Mihemed ve hatin kirin.   'Dilîşan her di nava lêgerîna heqîqetê de bû'   Binevşê bal kişand ser Rojnemegeriya jinê û hin taybetmendiyên Dilîşan û wiha pê de çû: "Dilîşan ne hevala me ya yekê ye û wê ne ya duyemîn be. Di kesayeta Gurbetelî Ersoz de jinan dest bi xebatên çapemeniyê kirin û têkoşîneke xurt dane meşandin. Li ser şopa Gurbetan, Denizan, Dilîşanan û Nujiyanan em gihîştin asta ku bikaribin bibin deng û rengê jinan. Bi pênus, çav û kemareya jinê em bikaribin hin zêdetir bibin dengê rastiyê, bê guman bi salane ragihandina Kurd a ku ser dengê azadiyê û dengê gelan têkoşîn dike heye, lê belê di kesayeta Gurbetelî  Ersoz de wek dengê jinê di ragihandina Kurd de da avakirin. Eger di cihekî tu nikaribî bibe dengê hemû kesan an dengê herdu zayendan û dengê wan derxî pêş, tuyê nikaribî bibî rojnemevanek rast a heqîqetê. Heval Dilîşan yek ji van hevalan bû, dixwest li her derê bikaribe bibe dengê kesên ku li wê derê rastî êrîş û hovitiya çeteyan dihatin, di heman demê de dixwest riya Gurbetan bişopîne. Ez û Dilîşan demek kurt bi hevdu re man. Kesayeta Dilîşanê wêrek, heskirin, parveker, meraq û berpirsiyar didît. Em wek rojnemevan em ê her li peyî şopa şehîdên xwe bin û em ê hewl bidin ku em bibin dengê jin û gelan em heqîqetê hin bêhtir ji cîhanê re ragihînin."       'Dilîşan bi rûkeniya xwe dihat nasîn'   Her wiha Lezgîn Mihemed jî axivî û got Dilîşanê her tim heqîqet derdixist holê û wiha got: " Şehîd Dilîşan di destpêka 2012'an de di Şoreşa Rojava de û bi taybet cihê xwe di nava xebatên ragihandina azad de girt û dest bi xebatên Radyo Dengê Kobanê kir û roleke sereke tê de leyist. Her wiha di nava xebatên Ronahî û ajansa ANHA'yê de jî kar û xebat da meşandin. Dilîşan di gelek hemleyan de cihê xwe girt wek hemleya Kobanê, Minbic, Reqqa û herî dawî li Dêrezorê. Dilîşan li rex şervanên YPJ/YPG'ê bi  kamereya xwe şerê hovitiya çeteyan dişopand û kesên ku li benda azadî û rizgarkirinê bûn ji wan re bi dîmen û wêneyan dida ragihandin. Di gelek hemleyan de em bi hev re bûn. Dilîşanê tu carî nedikaribû mirovan bişkîne ez li ser keda destê wê perwerde bûm, îro bi saya Dilîşanê ez gihîştim vê astê ku ez rastiya jiyan û şoreşa heyî ji tevahî cîhanê re ragihînim."