Yuksel Mutlu: AKP bi projeyên didize gel dixapîne 2020-10-12 09:07:34   AMED - Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu, ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin, anî ziman ku qeyûmê hatiye tayînkirin projeyên wan dizîne û wiha got,"Gel dixapînin lê her kes wan ans dike. Şaredariya ku ji destê me xesp kirin wê gel paşve bistîne.    Di sala 2016'an de qeyûmên tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk hatin kirin li gel nelirêtiyên ku kirin, bi diziya projeyên ku ji van partiyan dizîne jî dibin rojev. Mînaka vê ya herî girîng jî di nûçeyeke ku ji aliyê TRT'ê ve debarê şaredariya Sêrtê de hat çêkirin de, projeya şaredariya HDP'ê wekî ya qeyûm hatibû nîşandan. Di sla 2014'an de  li navçeya Akdenîz ya Mêrsînê Yuksel Mutlu hevşaredara hatibû hilbijartin û li Mêrsînê projeya "Malên tenûrê" xistibû meriyetê. . Lê Yukselê di 2016'an de ji peywira xwe hat girtin û projeya wê nîvco mabû. Piştî ku şaredarî di 2019'an de ket destê AKP'ê şaredarê AKP'yî Mustafa Gultak îda kir ku proje aîdê wan e.    Yuksel Mutlu ev helwesta şaredarê AKP'yî rexne kir û got ku dizê projeyan e.    'Malên tenûrê çavkaniya debarê ya gel bûn'   Yukselê anî ziman ku wan beriya hilbijartinên rêvberiyên herêmê bi jinên li taxan re û bi rêxistinên jinan re civîn kirin û got ku wan hin proje dane destpêkirin. Yukselê wiha berdewam kir, "Dema ku em hatin bijartin pêvajo xeter bû. Lê li gel wê jî me zozên ku dabûn gel hewl dida bi cih bînin.  Ji van projeyan yek jê ya 'Malên tenûrê bû'.  Herwiha Malên Tenûrê wê ji bo jinên ku li qada cemaweriyê cih nedigirtin bibûna qada ku pirsgirêkên xwe bi hev re parve jî bikin."   'AKP Tundiya li ser jinê heq dibîne'   Yukselê bi bîr xist ku di sala 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin, ew hatiye binçavkirin, girtin û hîna jî darizandina wê berdewam dike. Yukselê baş kişand ser dema tayînkirina qeyûman û got, "Piştî ku qeyûm hat tayînkirin, stargeha jinan û naveçda serlêdanê ya jinan hatin girtin. Qeyûm di serî de jin ji kar derxistin û hîna jî ev jikarderxistin berdewam dike. Projeyeke me jî ya 'mala taxê bû'. Me bi wê projeya xwe xelata şaredartiya ji bo gel girt. Lê ev malên me girtin û stargehên jinan kirin stargehên kal û pîran. Herwiha hin malên mayî jî dan emniyetê û hin ji wan jî wekî cihê kurda kuranê hatin guhertin. Zîhniyeta AKP'ê tundiya li ser jinan heq dibîne."   'Dê gel şaredariyên xwe ji nû de bigire'   Yukselê bal kişand ser nûçeyeke ku di çapemeniya herêmî de hat weşandin û wiha axafitna xwe bi dawî kir, "Min wê rojê nûçeyek di çapemeniya herêmî de dît ku qeyûm digot porojeya "Malên tenûrê' ya wan e. Lê nûçegîhaneke li çapemeniya herêmê jê re gotiye, 'Ev poroje ne ya we ye ya şaredariya HDP'ê ye Akdenizê ye'. AKP di heman demê de dizya projeyan jî dike. Lê wê gel şaredariyên xwe careke din ji AKP'ê bigire."