Li girtîgehan pirtûkan nadin girtiyan û tecrîd girantir dibe 2020-10-12 09:05:15   ÎZMÎR - Yek ji xizma girtiyan Dîdar Gul a ku çû girtîgehan serdanê, got ku pirtûk û nameyên girtiyan nadin wan û divê her kes bibe dengê girtiyan.   Li Tirkiyeyê piştî rewşa pandemiyê koronvîrus li girtîgehan binpêkirinên mafan di bin navê "tedbîrê" de zêde dibin.Dîdar Gul a ku li Girtîgeha Şakranê ya Jinan û li Girtîgeha Kiriklar a Sîlîvriye çû serdana xizmên xwe, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de tecrîda li girtîgehan girantir bûye û tê xwestin ku bê mayîndekirin.   'Yên bi vîrusê û ne bi vîrusê bi hev re dimînin'   Dîdarê diyar kir ku li Girtîgeha Kiriklarê girtiyên bi vîrusa koronayê bi girtiyên siyasî re li heman korîdorê tên girtin û bi bîr xist ku li GIrtîgeha Elbîstanê girtiyekî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye. Dîdarê wiha berdewam kir: "Diyar e ku AKP'ya kesên tecawiz kirin û kujer ji girtîgehê derxistin niha jî bi rêya vîrusê êrîşî girtiyên şoreşger dike."   'Bi qedexeya pirtûkan tecrîd tê girankirin'   Dîdarê anî ziman ku li Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê nameyên ji girtiyan re tên şandin nadin wan, ger ku bidin wan jî reş dikin û didin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Li girtîgeha Tekîrdagê fotokopiya nameyan nadin girtiyan. Li Girtîgeha Bakirkoyê jî nameyên girtiyan dereng didin wan. Di heman demê de rêveberiya girtîgehê jî diyar kiriye ku wê ji du mehan carekê pirtûkên girtiyan bidin wan û ragihandiye ku ji bilî cejnên olî rojên taybet yên wekî rojbûnê wê pirtûkên girtiyan nedin wan. Bi nedayîna pirtûkan re dixwzin ku girtiyan bi her awayî tecrîd bikin. Dixwazin pêvajoya pandemiyê ji bo xwe veguherînin derfetê û tecrîda li ser girtiyan girantir bikin."    'Divê girtîgeh bêhtir di rojevê de bimînin'   Dîdarê got ku îqtîdar bi bi çavê hêsîran li girtiyan dinêre û wiha dawî li axafitina xwe anî, "Kesên şoreşger û demokrat divê hem li nirxên şoreşger xwedî derên û hem jî xwedî li nirxên mirovî derkevin. Komeleyên mafên mirovan, weqfên heyî bi taybet xwedî dertên. Lê bêhtir xwedî li girtiyan bê derketin."