'Dilîşan Îbiş di oxira ragihandina rastiyê de canê xwe feda kir' 2020-10-12 09:02:21   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Rojnemevan Dilîşan Îbiş di oxira bicihanîna armanca xwe ya ragihandina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê canê xwe feda kir. Di salvegera wê ya 3’emîn de malbat û rêhevalên wê wiha gotin: "Em bi Dilîşanê serbilind in û kêfxweş in ku me xeyalên xwe bicih anî. Em ê bê navber xeta wê bişopînin."   Dilîşan Îbiş di 26'ê Îlona 1991'an de li Kobanê û di nava malbateke welatparêz û têkoşer de çavên xwe li jiyanê vedike. Xwendina xwe ya seretayî li dibistana El-Muhdese, ya navîn li dibistana Xensa û ya amedeyî jî li dibistana El-Sewra yên Kobanê dixwîne. Di sala 2011'an de dest bi xwendina beşa birêvebirina kar û baran li Zanîngeha bajarê Helebê dike. Lê bi destpêkirina çirûska yekem ya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Dilîşan vedigere Kobanê û cihê xwe di xebatên rêxistinî de digire. Piştî demekê ji xebatên Rêxistinî, Dilîşan bi armanca ragihandina rastiya şoreşê di 2013'an de cihê xwe di xebatên Radyoya Dengê Kobanê de digire û bi zimanê Erebî pêşkêşiyê dike. Bi destpêkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser gundên Rojhilatê Kobanê û Kantona Girê Spî, Dilîşan nûçegîhaniya şer dike ku herî zêde balê dikşîne ser berxwedana jinan a di nava mewziyên şer de.   Li gel hemû astengiyan xebatên xwe domand   Dema şer digihêje navenda bajarê Kobanê, Dilîşan û gurûpek ji rojnemevanan derbasî Bakurê Kurdistanê dibin û ji aliyê polîsên dewleta tirk ve tên binçavkirin. Li dijî kiryarên dewleta tirk Dilîşan li gel hevalên xwe 13 rojan dikevin greva birçîbûnê  û polîsên tirkiyê neçar dihêlin wan serbest berdin. Piştre Dilîşan derbasî Herêma Cizîrê dibe û ji bo domandina xebatên xwe cihê xwe di Radyoye Dengê Cûdî de digire. Piştî rizgarbûna Kobanê di 2015'an de Dilîşan vedigere û dest bi komkirin û perwerdekirina xebatkarên Radyoya Dengê Kobanê dike ku di 13'ê Adara 2015'an de ji nû ve  vedike. Her wiha ji bo televizyona Ronahî TV du mehan nûçegîhaniyê dike. Di 2016'an de dest bi xebatên ajansa ANHA'yê li bajarê Qamişloyê dike ku dîsa nûçegîhaniya şer dike.   Ji bo ragihandina rastiyê canê xwe feda kir   Dilîşan weke nûçegîhana şer beşdarî tevahî pêngavên rizgarkirina Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji çeteyên DAIŞ'ê dibe û herî dawî pêngava Bagera Cizîrê dişopand.  Di 12'ê Adara 201'an de hêzên QSD'ê gurûpek  sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê  rizgar dike, ji bo naskirin û şopandina rewşa koçberan Dilîşan bi hevalên xwe  Rizgar Deniz û Hogir Mihemed berê xwe dide cihê bûyerê. Di wê navberê de çeteyên DAIŞ'ê bi du maşîneyên teqemeniyê komkujiyekê di nava sivîlan de pêk tînin ku di encamê de Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed jiyana xwe ji dest didin. Rizgar Denîz bi giranî birîndar dibe ku ew jî piştî du mehan jiyana xwe ji dest dide.      Dilîşan Îbiş bû sembol û pêşenga heqîqetê. Li ser şopa Gurbetelî Ersoz, bû deng û rengê tevahî Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dilîşan di 13'ê Adarê de bi karewanekî bi heybet ji bajarê Qamişloyê bi rê ket, ji aliyê dehan rojnemevan, hezkirî û malbata wê ve li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hat pêşwazîkirin û bi merasîmeke mezin hat oxirkirin.    Bi boneya 3'yemîn salvegera Dilîşan Îbiş malbat û rêhevalên wê ji ajansa me re axivîn û ew bi bîr anîn.   'Em bi şehadeta keça xwe serbilind in'   Bavê Dilîşan Rifaet Îbiş serbilindiya xwe ya bi şehadeta Dilîşanê anî ziman û wiha got: "Dema ku Dilîşanê dest bi xebatên çapemeniyê kir, min jê re got keça min xwendina xwe bi dawî bike paşê tu ji kîjan karî hez dikî bike.  Lê wê ji min re got ‘bavo ez dixwazim cihê xwe di vê şoreşê de bigirim û rola xwe bilîzim, loma bibore ez di her tiştî de li te guhdar dikim lê ji bo vê mijarê ez bi israr im’. Dilîşan dilê wê gelek paqij bû, dema mirovên me ez didîtim pesna wê didan. Ez jî bi gotinên wan gelek kêfxweş dibûm. Ez weke bavekî li ser wê ditirsiyam loma min digot neçe cebheyên pêş, lê ew pir xwîngerim tev digeriya. Ez gelek serbilind im bi şehadeta keça xwe, ji ber ku di riya heqîqetê de canê xwe feda kir û xwesteka xwe anî cih."   'Dilîşan bi hestên xwe yên neteweyî tevger dikir'   Evîn Îbiş xwişka herî mezin a Dilîşanê ye û navê zaroka xwe jî kiriye Dilîşan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca xwişka xwe ya hilbijartina qada çapemeniyê wiha pê de çû: "Em li ser çanda welatparêziyê mezin bûn, loma ji bo welat çi ji me were xwestin em dikin. Ji ber ku em piranî zewicî ne ji me hemûyan zêdetir Dilîşanê li gor hestên xwe yên neteweyî tevger dikir. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo wê şansa herî mezin bû da ku bikariba serbest û bi bandortir kar û xebatên xwe bimeşîne. Hilbijartina wê ya ji qada çapemeniyê re li ser bingehê derxistina rastiya şoreşê û bajarê xwe bû. Digot ‘ez dixwazim cîhan hemû şoreşê, Rojavayê Kurdistanê û Kobanê nas bike’."   'Dilîşan aşiqa derxistina rastiyê bû'   Di domandina axaftina xwe de Evînê bîranînên xwe yên bi Dilîşanê re anîn ziman û ev tişt got: "Dilîşan her tim bi me re mijûl dibû, di kêfxweşiyê û xemgîniyê de hertim bi me re bû. Tevî ku ne li cem me ba jî  bi riya telefonê xwe digihande me û pirs dikir. Her wiha ji zarokan gelek hez dikir, ji ber wê rojê carekê bi zarokan û bi me re diaxivî. Dema ku rapor çêdikir û beşdarî televizyonê dibû, nêrîna min digirt û ji ber bi zimanê erebî dixebitî dipirsî ka şaştiyên wê hene an na. Min jî li gor pêşkêşiya wê nêrîna xwe dida ku carnan pesnê wê dida û carinan jî rexne dikir. Herî dawî ez ji pêşketina wê ya di zimanê kurdî de matmayî mam û ez gelek kêfxweş bûm. Dilîşanê ji nebûnê xwe kir hebûn, ev jî vedigere eşqa wê ya ji ragihandina rastiyê bû."    'Şehadeta Dilîşanê di nava Kobanê de şoreş bû'   Evînê bi van gotinan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şehadeta Dilîşanê gelek giran bû, mirov çiqas dijwariya wan kêliyan bîne ziman têrê nake. Ez wê çaxê ducanî jî bûm û hefteyek ji min re mabû. Dema zaroka min bû, hevjînê min navê wê kir Dilîşan. Lê ez heta niha jî nikarim ji keça xwe re bêjim Dilîşan, çawa ku me ji xwişka xwe re digot Dilê, ez ji zaroka xwe re jî heman tiştî dibêjim. Şehadeta Dilîşanê di nava Kobanê û hevalên wê de gelek bi bandor bû. Şehadeta Dilîşanê di nava çapemeniyê, Kobanê de şoreş bû. Li ser vê bingehê ez dixwazim zaroka min ji aliyê taybetmendî, sekin, kesayet weke xaltîka xwe derbikeve."   'Dilîşan rêveber, mamoste û heval bû'   Nûçegîhana JIN TV'yê  Xezne Celal ku dema derbasî xebatên Radyoyê dibe ji aliyê Dilîşan Îbiş ve tê perwerdekirin, wiha behsa kesayeta wê ya di nava xebatê de kir : "Ez û Dilîşanê di nava xebatên Radyoyê de demeke dirêj bi hev re man. Bi hevalên xwe re rast û dirust bû, min weke kesayet û hemû endamên Radyo jî moral jê digirt. Dilîşanê bi her kesî re hevaltî dikir û dixwest bi hemûyan re bibe alîkar. Ji me re him rêveber, mamoste û him jî heval bû. Loma şehadeta wê bandoreke mezin li ser min çêkir, ez di wê baweriyê de me ku li ser tevahî hevalên wê yên di çapemeniyê de û malbata wê jî bandoreke xwe ya mezin heye."   'Dilîşanê di ber min de ked da, ez ê xwedî li doza wê derbikevim'   Xezna soza şopandina riya Dilîşanê da û wiha bi dawî kir: "Dilîşanê ji bo derxistina azarên koçberan, êş û kêfxweşiya jinan têkoşîneke mezin da meşandin. Her wiha ew hertim di nava lêgerîna azadiyê de bû ku dixwest bibe dengê rastiyê. Dilîşanê ji bo pêşketina çapemeniyê kedeke bê hemba da, ev asta ku îro em gihîştinê bi saya wê û tevahî şehîdên vê xetê ne. Weke kesayet jî Dilîşanê kedeke mezin di ber min de da, loma ez di roja îro de hewil didim ku xwedî li keda wê derkevim. Ez ê riya wê bişopînim, vê xebatê pêş bixim û bibin deng û rengê jinên berxwedêr, têkoşer û bindest."