ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2020'Î 2020-10-12 09:00:00   * Rojnemevan Dilîşan Îbiş di oxira bicihanîna armanca xwe ya ragihandina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê canê xwe feda kir. Di salvegera wê ya 3’emîn de malbat û rêhevalên wê wiha gotin: "Em bi Dilîşanê serbilind in û kêfxweş in ku me xeyalên xwe bicih anî. Em ê bê navber xeta wê bişopînin." DÎMEN HEYE   *Seroka Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro di derbarê yekemîn salvegera şehadeta Hevrîn Xelef de got: "Hevrîn Xelef jineke serhildêr bû, xeyala wê ew bû ku aloziya Sûriyê bê çareserkirin û jin bighêjin mafê xwe yê rewa û azad bijîn." DÎMEN HEYE   *Yek ji xizma girtiyan Dîdar Gul a ku çû girtîgehan serdanê, got ku pirtûk û nameyên girtiyan nadin wan û divê her kes bibe dengê girtiyan.DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu, ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin, anî ziman ku qeyûmê hatiye tayînkirin projeyên wan dizîne û wiha got,"Gel dixapînin lê her kes wan ans dike. Şaredariya ku ji destê me xesp kirin wê gel paşve bistîne.  DÎMEN HEYE   *Rojnamegerên ku bertek nîşanî girtina hempîşeyên xwe dan gotin, "Serokatiya propagandayê ku li qeserê hatiye damezrandin û artêşa trol têrê nake. Rojnamegerên ku dijberê vê lêkolîn dikin tên girtin. Lê em dest ji ragihandina nûçeyên rast bernadin."