Hevserokên HDP'ê êrîşên li heber xwezayê şermezar kirin 2020-10-11 13:26:33   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, derbarê şewata li Hatayê de daxuyanî dan û gotin, "Êrîşên li ser xwezayê ji aliyê kêve tên kirin bila bên kirin, em li dijî van êrîşan e û şermezar dikin."   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Mithat Sancar, têkildarî şewata daristanan a li Hatayê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Hevserokan anîn ziman ku mixabin her sal di demsalên havînê de li gelek herêman daristan tên şewitandin û dewlemendiya mezin a civakê daristan tên wêrankirin û talankirin.    Herwiha Hevserokan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku ew êrîşa li dijî xwezayê qebûl nakin û êrîş bi çi awayî û ji aliyê kê ve hatibe kirin ew van êrîşên li dijî xwezayê şermezar dikin. Hevserokan dan zanîn ku êrîşa li dijî xwezayê bi qasî êrîşa li dijî mirovan sûcekî giran e, çi dibe bila bibe ew ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina xwezayê berdewam bikin.