Li Mexmûrê 10'ê Cotmehê bi mîtîngekê hat pîrozkirin 2020-10-11 10:14:56   MEXMÛR -  Li Mexmûrê10’ê Cotmehê Roja Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Cîhanê bi mîtîngekê hat pîrozkirin.   Ji aliyê Kongreya Gel ve 10'ê Cotmehê wekî Roja Cîhanê ya Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû îlankirin. Bi minasebeta vê rojê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)  mîtîngeke girseyî hat li darxistin û 10’ê Cotmehê hat pîrozkirin.  Mitîng di pêşengiya Meclisa Gel a Demokratîk de li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê bi tevlibûna sedan şeniyên wargehê pêk hat. Beriya ku mitîng dest pê bike ji bo tevahî têkoşerên azadiyê ku jiyana xwe ji dest deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan ve hat kirin.   Di axaftinê de tecrita li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “ 10’ê Cotmehê ji bo gelê kurd rojêke dirokî yê.  10’ê Cotmehê  ji aliyê Kongreya Gel ve  Roja Azadiya Rêber Apo a Cîhanê hat îlankirin. Rêbertî di bin tecrîdek girankirî de ye, dewleta Tirk ji bo Rêbertî hemû qanûn binpê kirin. Ji ber ku CPT girêdayî konseya Ewrûpaye ye di rapora xwe de diyar kiribû ku tecrîda li Îmraliyê vegûheriye îşkenceyê,  serokê me ji mafên ku ji aliyê Konseya Ewropayê ve hatî misogerkirin û ji aliyê dewleta Tirk ve jî hatî îmzakirin bê par maye. Em vê  bêdengiya Konseya Ewrûpa ya li hemberî vê binpêkirinê şermezar dikin. Em wekî şêniyên Mexmûrê jî ji bo azadiya Rêber Apo çi dikeve ser milên me em ê pêk bînin.”   Piştî axiftina vekirinê, Koma Muzîkê ya Çand û Hunerê, Koma Muzîkê ya Şehîd Serhed a ji Silêmanî hatî, Koma Şano û Koma Kevana Zêrîn berhemên xwe pêşkêş kirin.