'Em ê ji bo vegera Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî têbikoşin' 2020-10-11 09:04:25   HESEKÊ - Jinên beşdarî pêngava ku bi pêşengtiya Kongreya Star a têkildarî salvegera êrişên li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî bi dirûşma "Na ji qirkirin û dagirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin" hatibû destpêkirin, bûbûn nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Em ê tevî hemû zextan têkoşîna xwe bidomînin û piştigiriyê bidin pêngava Kongreya Star dayê destpêkirin."   Di 9'ê cotmehê de dewleta tirk bi hemû çekên giran û qedexekirî êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin û bi hezaran jî li cih û warên xwe rastî koçberiyê hatin. Têkildarî salvegera êrişên dewleta tirk ya li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî û tundiya li ser jinê, bi pêşengtiya Kongreya Star û bi tevlîbûna hemû sazî û rêxistinên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngavek hat destpêkirin. Pêngav li Kampa Waşûkanî ya li Rojavayê bajarê Hesekê ye bi daxuyaniyekê hat ragihandin û dê heya du heyvan berdewam bike. Di bin heman daxuyaniyê de şaxa Kongreya Star li Kampa Serdem û Kampa Til Seminê pêngav dan destpêkirin. Jinên ku beşdarî pêngavê bûne nêrîna xwe bi me re parve kirin.   'Em ê ji bo vegera Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî têbikoşin'   Jina bi navê Zekiya Mihemed êrişên li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî bi bîr anî û dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Em êrîşên dewleta tirk ên hov şermezar dikin, ev salek ji ser dagirkeriya bajarê Serêkaniyê û Girê Spî derbas bû. Em ê her çalakiyan li dar bixin heta ku dilopek ji xwîna me hebe. Em ê ji bo vegera Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî têbikoşin. Heta ku qira me jî were em ji dû bajarên xwe venagerin. Armanca me ya vê pêngavê ji bo vegera bajarên me yên dagirkirî ne, her em dibêjin heya dewleta tirk ya dagirker ji Serêkaniyê û Girê Spî dernekeve em çalakiyên xwe nasekinînin."   'Em roja reş qet ji bîr nakin'   Endama Mala Jinê ya bajarê Serêkaniyê Xelat Xelîl diyar kir ku derketina wan a ji bajarê Serêkaniyê rojeke tarî bû û wiha pêde çû: "Em wê roja reş qet ji bîr nakin, dewleta tirk û hevkarên wê ev roja hovane bi serê me de anî. Hişt ku em ji biçûkan heya mezinan ji malên xwe derkevin. Her kesî berê xwe dida deverekê û hin ji wan jî li çola diman. Pêngav  heya du heyvan wê dom bike, mebesta me ew e ku hemû bajar û gundên dagirkirî rizgar bikin, Erdogan û çeteyên wî têk bibin, her wiha dawî li tundiyê li ser jinê bînin. Hêviya me heye ku di demeke nêz de em vegerin cih û warên xwe û bi aramî jiyana xwe berdewam bikin."   Jina bi navê Zibêda Mihemed jî ku tevlî pêngavê  bûbû wiha nêrînên xwe anî ziman: "Salvegera Serêkaniyê û Girê Spî bi bîr tînim, her wiha ji bo vegera bajarê dagirkirî em ê berxwedanê bikin. Bi hêza YPJ'ê em ê xaka xwe rizgar bikin û çavê dijminan derxînin."