Li qûntara Çiyayên Cudî û Gabarê baxçeyên fistiqên di bin erdê de 2020-10-11 09:02:58   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Li gundê Bedrû ya Silopiyê dema paletiya komkirina fistiqên bin erdê dest pê kir. Jinên ciwan ên ku fistiqan komdikin diyar kirin ku serê sibehê heta êvarê dixebitin û gotin: "Karekî gelek zehmet e û bi taybetî ji ev kar li ser milê jinê ye. Lê belê hilberina ku îsal derket holê kêyfa me gelekî xweş kir."    Li qûntara Çiyayên Cudî û Gabarê baxceyên fistiqên bin erdê gelek in. Li Silopiya Şirnexê hilberîna fistiqan ku zêde bûye bi bajarê Osmaniyeyê ve ketiye pêşbirkê. Berhemên ku zêde bûye kêyfa gundiyan zêde kiriye. Her wiha di hilbêrînê de Şirnex li Tirkiyeyê di rêza 3’yemîn de cih digire. Li gundê Bedrû ya navçeya Silopiyê jî dema paletiya komkirina fistiqên bin erdê dest pê kir. Bi taybetî li vir jin dixebitin. Jinên ku li vir dixebitin behsa hilbêrin û zehmetiyên xebatê ji ajansa me re kirin.    Ceylan Olgar, da zanîn ku ew di meha nîsanê de dest bi çandina fistiqan dikin û wiha behsa mertebeyên din kir: “Piştî 3 û 4 mehên din em tên av danê. Heta meha cotmehê em tên xeparê dikin. Em bi destê xwe fistiqan kom dikin û bi destê xwe giha û kevirên di nav erdê de kom dikin. Em di meha cotmehê de dest bi komkirina fistiqan dikin. Di serî de bi makîneyan tên fistiqan radikin û piştre em jin dikevin nava zewiyê fistiqan werdigerînin. Piştî em fistiqan werdigerînin şûnde bi destên xwe yek bi yek fistiqan kom dikin. Ji ber ku em fistiqan bi destên xwe kom dikin rastî gelek zehmet e. Em gelek zêde diwestin. Dema em fistiqan kom dikin serê tiliyên me hemû diteqin. Di bin vê tavê de serê me diêşê. Em serê sibehê saet 6’an de dest bi kar dikin, heta saet 7’ê êvarê dixebitin. Dema saet dibe 11 em diçin malê firavînê dixwin û carekedin tên. Em zêde nikarin bêhna xwe vedin. Ji ber ku em zêde dixebitin em êdî nikarin li ser nigan bisekinin. Em çewala tînin û fistiqên ku em kom dikinê navê.”   ‘Fistiq îsal gelek zêde ye’   Ceylan, destnîşan kir ku fistiqên wan li gor sala borî gelek zêde bûye û ev tişt vegot: “Fistiqên me îsal gelek zêde bûne. Ev fistiqên ku em komdikin dişînin fabrîqeyê. Piştê wê jî dibin Osmaniyeyê difroşin. Em niha li Tirkiyê di rêza sêyem de cih digirin di hêla hilbêrînê de. Li vir gelek jin dixebitin. Her jinek di xetekî de fistiqan kom dike ji bo ku zûtir xilas bibe. Tonek fistiqan îsal bûye 13 mîlyaran. Fistiq gelek bûha bûye. Her wiha xeynî vê jî em fistiqên kom dikin di malê de jî bikar tînin.”   ‘Ev zehmetî bi taybetî li ser milê jinê ye’   Zehra Olgar jî diyar kir ku kar û barê fistiqan gelek zehmete û ev tiştan got: “Em serê sibehê zû dest bi kar dikin heta êvarê dixebitin. Em di meha nîsanê de dest bi karê fistiqan dikin heta dawiya meha cotmehê. Em di vê mehê de dest bi komkirinê dikin û nêzî mehekî ev komkirin didome. Tiştê herî zehmet jî bi destan gihayên navê kom kirin e. Her wiha em bi destên xwe fistiqan kom dikin. Ji ber germahiya meha havînê em zêdetir zehmetiyê dikişînin. Germahî zêde zehmetiyê dide. Dema em fistiqan kom dikin divê libekî jî li erdê nebîne. Karê fistiqan zehmete û nexweşe. Ev zehmetî bi taybetî li ser milên jinê ne. Her roja me di nav erdan de derbas dibe. Ez ji bo ku alîkariya malbata xwe bikim dixebitim.”   ‘Gel eleqeyek mezin nîşanê fistiqan dide’   Herî dawî Şêhnaz Olgar, axivî û wekî jinên din bal kişand ser zehmetiyên kar û wiha axivî: "Karê fistiqan rastî ji hemû karên din zehmetir e. Em keviran û gihayan bi destên xwe kom dikin. Ji bo ku makine zirarê nebîne em keviran kom dikin. Em li vir nêzî 10-12 kes in. Serê sibehê heta êvarê em di nav van erdan de ne. Fistiqên ku em erdê komdikin, piştre dikin satila. Îsal fistiq gelek zêde ye. Ev jî bi saya keda destên jinan e. Ez ji bo alîkariya malbata xwe bikim dixebitim. Ji xwe ev erd jî erdê me ye. Gel eleqeyek mezin nîşanê fistiqan dide. Em bi bajarên dinê ve ketine pêşbirkê. Em fistiqên ku komdikin ji cîranên xwe re jî parve dikin. Her wiha em fistiqan ji bo mala xwe jî vediqetînin.”