'Hevrîn Xelef bû çavkaniya heqîqet û demokrasiyê' 2020-10-11 09:01:49   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jinên Partiya Sûriya Pêşeroj a Şaxa Efrîn û Şehbayê têkildarî salvegera qetilkirina Hevrîn Xelef de axivîn. Jinan gotin: "Bi qetilkirina Hevrîn Xelef hat xwestin jinên siyasetmedar bên çewisandin. Lê belê têkoşîn û hêrsa jinên kurd mezintir bûn. Hevrînê û rêhevalên wê bûn nasnameya aştiyê."   Ji rûpelên dîrokê heta roja îro bi armanca qutkirina dengê jinê ya di warê siyasetê de her tim jin hatin çewisandin û qetilkirin. Di dîroka 12'ê Cotmeha 2019'an de jî Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku bi dengê xwe bûbû çavkaniya heqîqet û demokrasiyê bi kemînekê li ser rêya  M4'ê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ên bi navê Ehrar El şerqiyê ve hate girtin û bi şêwazên hovane hate qetilkirin. Derbarê salvegera 1'emîn a qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef, jinên Partiya Sûriya Pêşeroj ên Efrîn û Şehbayê ji ajansa me re axivîn û nirxandin kirin.   'Şehîd Hevrîn bû çavkaniya heqîqeta siyasî'   Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Sûriya Pêşeroj a Şaxa Efrînê, Barîn Memo, Hevrîn Xelef bi bîr anî û wiha got: "Bi deng û rengê jinê siyaseta rast dest pê dike û  siyaseta xwînmij tê eşkerekirin. Hevrîn Xelef bi armanca meşandina siyaseta rast cihê xwe di Partiya Sûriya Pêşeroj de girt û bû yek ji damezrînerên destpêkê. Ji bo belavkirina aştiyê û avakirina jiyaneke demokratîk Hevrîn bû çavkaniya têkoşîn û pêşengtiyê. Şehîd Hevrîn bi pêşengtiya xwe di hemû qadên civak û siyasetê de bi sedan jin bi bandor kir û kişand nava qada siyasetê. Hevrîn bû çavkaniya heqîqeta siyasî û demokrasiyê."   'Dewleta tirk ji jinên siyasetmedar ditirse'   Barînê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Hevrîn xwediyê kesayeteke bi coş û israra bilindkirina dengê jina azad a ji bo aştiyê bû û wiha got: "Jin ew kesa xwediyê coşa ku nayê şikandin e. Hevrînê jî ew jina ku xwediyê kesayeteke bi coş û israra bilindkirina dengê jina azad a ji bo cîhanek aştiyane bû. Her wiha çareseriya hemû aloziyan bi destên jinê pêkan e. Gotina ku her tim Şehîd Hevrîn bi lêv dikir û israra pêkanîna wê gotinê dikir, avakirina kesayeteke bi biryar a ber bi çareseriyê bû. Dewleta tirk a dagirker bi qetilkirina Hevrîn Xelef xwest jinên siyasetmedar biçewisîne. Li dijî vê yekê têkoşîna jinên siyasetmedar hîn zêdetir bû. Her ku jinên siyasetmedar di hundir civakê de  bi pêş dikevin politiya dewleta tirk a dagirker a qirkirin û qetilkirinê li ser wan jinên siyasetmedar zêde dibe. Mînaka wê yekê jî qetilkirina Sekreteryaya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef bû. Şehîd Hevrîn ji  bo tevahî jinan bû çavkaniya ravekirina heqîqetê."   'Qetilkirina Hevrîn Xelef tewaneke navneteweyî bû'    Endama Partiya Sûriya Pêşeroj a Şaxa Şehbayê Hene Welo Hevrîn Xelef bi bîr anî û wiha pê de çû: "Ji ber ku jin hîmên çareserkirina aloziyên civakan in û afirandina wekheviya di navbera netewanda ye, tirs û kîna dijmin li hember gavavêtina jinan zêde dibe. Bi taybet her ku alozî kûrtir dibe armancgirtina  jinên siyasetmedar zêdetir dibe. Mînaka herî berbiçav yek jê hedefgirtina jina siyasetmedar Hevrîn Xelef a ku bi şêweyên dermirovî hate qetilkirin e. Her wiha ji ber ku rêgezên jiyana Şehîd Hevrîn li dijî polîtîkeyên dijmin e loma bi kemînekê ji aliyê xwînmijên dewleta tirk a dagirker ve hat qetilkirin. Qetilkirina Hevrîn Xelef tewaneke navneteweyî bû. Em ê hertim doza Hevrînê ku ji bo azadiya jinan û aramiya civakê daye destpêkirin bidomînin da ku Sûriyeke ne navendî ava bikin."   'Hedefgirtina Hevrîn Xelef lawaziya Tirkiyeyê derxit holê'   Her wiha Endama Partiya Sûriyeya Pêşeroj a şaxa Efrînê Şêrîn Çewîş bal kişand ser wêrekî û hezkirina Hevrîn Xelef a di jiyanê de û ev yek got: "Dîroka 12'ê Cotmeha 2019'an a ku di wê rojê de  Hevrîn Xelef bi destên komên çeteyên bi navê Ehrara El şerqiyê ên girêdayî dewleta tirk a dagirker ve hate qetilkirin weke dîroka êşa dilê tevahî jinan tê ravekirin. Hevrîn Xelef ne yekemîn jin bû ku bi destê çeteyên dewleta tirk a dagirker ve tê qetilkirin, di rûpelên dîrokê de û heta roja îro bi dehan jinên ku di bin sîwana heqîqet û demokrasiyê de têdikoşiyane bûn armanca faşîzma tirk. Hedefgirtina Hevrîn Xelef lawaziya Tirkiyeyê derxit holê."