Girtiya nexweş Mûhlîse bi rîska felcê re rûbirû ye 2020-10-10 16:19:23   STENBOL - Derbarê rewşa girtiya nexweş a 57 salî Mûhlîsa Karaguzel de ÎHD'a Stenbolê daxuyaniyek da û banga serbest berdana wê kirin.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, mîna her heftê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a 446’emîn, ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19)  li ser medya civakî li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş a 57 salî Mûhlîse Karaguzel a nexweşiyên weke şeker, diyabet, tansiyon, astim û fitiqa piştê perê hene.    Endama Komîsyonê Meral Nergîs Şahîn, daxuyanî xwend û got: “Li girtîgehan, bergiriyên li dijî vîrûsa koronayê tên girtin pir kêmin. Ji ber şert û mercên girtîhan, girtiyên nexweş her roja diçe bêtir nêzî mirinê dibin.” Meral nexweşiyên girtiya nexweş a 57 salî Mûhlîse Karaguzel bibîr xistin wiha axivî: “Mûhlîse ji ber fitiqa pişte, di rabûn û rûniştinê de zarokan dikêşe. Bi zorê nefesê dide û distîne. Bijîşk ji Mûhlîsê re dibêjin ger neyê emeliyat kirin, dibe ku felç bibe. Yanî Mûhlîse niha bi rîska felçê re rûbirû ye. Di heman demê de nexweşiyên Mûhlîseyê ên kronîk jî hene. Ev saleke girtiye û hîna 7 sal cezayê wê ma ye ku derkeve derve. Bêyî ku jiyana wê bikeve xeteriyê û felç bimîne, em dixwazin ku tavilê bê berdan. Niha gelek girtî di heman rewşê dene û bi talûkeya mirinê re rûbirû ne. Beyî ku tiştek bi van girtiyan were, divê bên berdan.”