Ji bo azadiya Abdullah Ocalan mîtîng hat lidarxistin 2020-10-10 16:00:04   KOBANÊ - li Kobanê bi boneya roja azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi sedan kes daketin qadan û mîtîngeke girseyî hat lidarxistin.    Bi boneya Roja Azadiya Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan û bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye", bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li Kobanê mîtîng li dar xistin. Şêniyên bajarê Kobanê yên ku tevlî mîtîngê bûn li ser pira qereqozê ya di navbera Kobanê û Minbicê de kom bûn, paşê şêniyên Minbic û Eyn Îsayê jî tevlî girseya gel bûn û ber bi bexçeyê Abdullah Ocalan ve yê li ser pirê ve çûn.    Di mîtîngê de wêneyên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Meclîsa Minbicê ya Leşkerî û Partiya Sûriya Pêşerojê hatibûn hildan. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin ji aliyê Tevgera Jinê ya Herêma Firatê Sara Xelîl, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz ya bajarê Minbicê Mihemed Ebo û Cîgerê Hevserokê Kantona Girê Spî Sebrî Mustefa hat kirin.   'Dewleta tirk kiryarên dijmirovî li herêmên dagirkirî dide meşandin'   Endama Meclîsa Jinê ya Partiya PYD'ê Sara Xelîl bal kişand ser roja êrîşên dewleta tirk ên li ser Girê Spî, Serêkaniyê û di heman demê de roja Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Komploya navneteweyî bi destên dewletên hegemonîg û desthilatdar hate meşandin. Di kesayeta Rêber Apo de xwestin vîna gelê Rojhilata Navîn têk bibin û navê Kurdan ji holê rabikin. Vîn û berxwedana gel hişt ku ev komplo vala bê derxistin û projeya netewa demokratîk têkeve piratîkê. Îro hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re li ser esasê projeya ku Rêber Apo pêşkêşî gel kirin kar û xebatên  xwe didin meşandin û di wê baweriyê de ne  ku wê ev proje bibe bersîv ji hemû kiryarên dewleta tirk re. Li kîjan herêmê netewa gelan, wekhevî, edalet, demokrasî û azadî hebe dewleta tirk û çetêyên wê êrîşî wir dikin û dixwazin tevlîheviyekê çêbikin."   'Bi yekîtiya gelan em ê Azadiya Rêber Apo mîsoger bikin'   Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a bajarê Minbicê Mihemed Elî Ebo jî da zanîn ku bi destên dewleta tirk û hevkarên wî dizî, talankirin, guhertina demografiyê û kiryarên dijmirovahiyê di hunrdir herêmên dagirkirî de tên kirin û wiha domand: "Ji bo hemû kiryarên bê exlaqî yên ku li ser şêniyên Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Bab, Ezaz û Cerablus tên kirin, em dixwazin ev kes bên cezakirin. Pêwist e çareseriyeke mayinde ji van kiryaran re bê dîtin. Bi yekîtiya gelan em ê azadiya Rêber Apo mîsoger bikin. "   'Bi hêrsa gelan wê dagirkerî têk biçe'   Cîgerê Hevserokatiya Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa axivî û ev tişt got: "Saleke li ser êrîşên qirêj yên dewleta tirk û çeteyên wê li Girê Spî û Serêkaniyê derbas bû.  Wê têkoşîn û berxwedana me li hemberî van kiryaran zêdetir be û em bi israr in ku bi hemû hêza xwe herêmên xwe ji faşîzima dewleta tirk rizgar bikin. Bi hêrsa gelan wê dagirkerî têk biçe."   Piştî axaftinan Koma Kevana Zêrîn a Herêma Firatê çend stran pêşkêşî beşdarvanan kir, paşê du hunermed ji bajarê Tebqayê stranên Erebî û Kurdî gotin. Her wiha koma Botan ya Çand û Hunera Kobanê û hunermend Xelîl Can çend stran pêşkêş kirin.    Mêtîng bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Berxwedanan Îmraliyê" bi dawî bû.