HDP û DBP: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin 2020-10-10 15:18:54   WAN - Bertek û nêrazîbûnên li hemberî girtina 4 rojnamegeran didomin. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên li girtina rojnamegeran şermezar kirin û gotin: "Ji ber ku rastî anîn ziman hatin girtin. Lê tu carî çapemeniya azad nayê bêdengkirin."    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Wanê, têkildarî komkujiya 10'ê Cotmeha 2015’an ku DAIŞ'ê pêk anî û 103 mirov hatin kuştin  û girtina 4 rojnamegerên ku ji ber nûçeya 2 welatiyên ji helikopterê hatin avêtin çêkirin, daxuyanî dan. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê  girtina Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bilen, Cemîl Ugur û nûçegîhana me Şehriban Abî û Rojnamegere Nazan Sala şermezar kirin.    Rêxistina HDP'ê xwest li derve daxuyaniyê bide. Lê polîsan bi hinceta qedexeya walî heye destûr neda. Rêveberên HDP'ê li baxçeyê avahiyê daxuyanî dan. Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin jî amade bû. Li ser navê rêxistina DBP û HDP'ê yên Wanê, Hevserokê DBP'ê yê Wanê Çetin Uyar daxuyanî da û got: "Kesên di komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de cihê xwe girtine, di komkujiyên li Pirsûs û GAR'a enqereyê de rûyê xwe aşkere kirin. Kesên ji bo aştiya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kom bûn, bi bombeyan ew belav kirin. Kesên dengê aştiyê bombe kirin em wan şermezar dikin."    Çetîn, bal kişand ser girtina 4 rojnamegeran jî û got: “Hevalên me yên kedkarên çapemeniyê ji ber ku rastî anîn ziman hatin girtin. Girtina rojnamegeran darbeya li dijî demokrasiyê ye. Wan rastî anîn ziman. Em girtina wan şermezar dikin. Çapemeniya Azad nayê bêdeng kirin."    Komê piştre bi hevre dirûşmeyên “li dijî faşîzmê mil bidin mil" û “Bijî berxwedana Îmrali yê” berz kirin.