PYD li dijî komploya navneteweyî meşiya 2020-10-10 13:28:25   QAMIŞLO - Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat meşandin û bi dirûşma “Em ê 10’ê Cotmehê bikin roja azadiya Rêber Apo” meşeke girseyî  li dar xist.    Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) meş li dar xist. Meş bi beşdariya bi sedan ji endamên Partiya PYD, endamên sazî û dezgehên civaka sivîl pêk hat.  Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş ji taxa Munîr Hebîb dest pê kir û li ber Navenda Netewên Yekbûyî veguherî mêtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin  ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin.    ‘Aştiya Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo re mayinde dibe’   Endama Kongreya Star Menîce Heyder komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin şemezar kir û wiha got: “Em siyaseta qirkirin û înkarkirinê şermezar dikin. Aramî û aştiya Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo re mayinde dibe. Em hemû dizanin ku dewleta tirk li ber çavên hemû cîhanê zarokên me qetil dikin û êrîşî bajarên me dikin, ev êriş jî berdewamiya komployê ye. Êdî bes e ji bêdengiyê re, dem dema azadî û aştiyê ye. Êrîşên ku li ser Serêkaniyê û Girê Spî ku di 9’ê Cotmehê de hatin kirin, ne rojeke tesaduf bû, ev roja hatiye plankirin. Bila dijmin baş zanibe, ne bi êrîşan û ne jî bi tecrîda girankirî wê nikaribe îrade û vîna Gelê Kurd bişkînin.”   Li ser navê Paritya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Teleat Yûns jî axivî û ev tişt got: ”Li ser navê tevahî gelê me ji vir heta Îmralîyê em berxwedana Rêberê Apo ji dil û can silav dikin.  Di bîranîna komploya navneteweyî  de ya ku li ser îradeya gelê aşîtîxwaz bi tevlîbûna gelek hêzên navneteweyî pêk hat, em bi tundî şermezar dikin. Hemû hêzên ku li pêşiya vîna gelê azadîxwaz disekinin, hêzên dijmirovî ne. Hemû gelên ku îro fikir û felsefeya Rêber Apo ji nêz ve naskirine rabûne li ser piyan û azadiya Rêber Apo dixwazin. Pêwîst e îro hemû gel dengê xwe bilind bike û bibin yekdest, da ku em bikaribin Rêberê xwe azad bikin û ji nava tecrîdê derxînin.”   Meş bi dirûşma “Azadî, azadî ji bo Rêberê neteweyî ” bi dawî bû.