Xizmên Windayan vê heftê aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn 2020-10-10 13:20:21   AMED - Vê hefteyê Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê çalakiya xwe ya winda bên dîtin û kiryar bên darizandin li dar xistin û aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn. di    Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 609’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar werin darizandin” ji ber koronayê bi rêya vîdeoyê li dar xist. Vê hefteyê li aqûbeta Çayan Çîçek ê ji çavên xwe astengdar bû û di 27’ê gulana 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin û pişt re carek din agahî jê nehat girtin hat pirsîn.    Rêvebera Şaxa ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim çîroka windakirina Çayan Çîçek parve kir û diyar kir ku Çayan Çîçek li gundê bi karê cotkariyê û sewalkariyê re mijûl dibû û leşker bi ser gund de digirin wî binçav dikin û ji roja hatiye binçavkirin heta îro tevî hemû lêgerînên malbatê jî nehatiye dîtin. Derya Yildirim anî ziman ku tevî beyan û şahidan jî rayedaran windakirinê qebûl nekiriye. Derya da zanîn ku dosyeya ji bo windakirina Çayan tê vekirin û dişînin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bêencam dimîne û ser dosyeyê tê girtin.