KCDP: Mirina jinan a bi guman zêde dibin 2020-10-10 12:23:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, bi daxuyaniyaniyekê bal kişand ser mirina jinan a bi guman.    Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ( KCDP), derbarê zêdebûna mirina jinan a bi guman de li ser navnîşana xwe ya fermî a Twitterê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku derbarê mirinên bi guman de lêpirsinekî baş nayê kirin.    Di daxuyaniyê de banga lêkolînekî zelal hat kirin û wiha hat gotin: "Zêdebûna mirinên bi guman tê wateya zêdebûna hejmara jinên ku tên kuştin. Bi navê mirinên bi guman kuştin tê veşartin. Di her mirina bi guman de; gotinên gumanbaran tê esas girtin, li cihê bûyerê kesên eleqedar delîl kêm kom dikin, delîl di demê de nayên lêkolînkirin, Dezgeha Tiba  Edlî rapora 'nayê zanîn' dide, dozger li ser bûyerê nasekîne û kesên ku berpis erka xwe pêk naynîn. Ev tişt tê wateya ku kuştina jinan bi navê mirina bi guman tê veşartin."