Ji 103 qurnefîlan re soza me heye! 2020-10-10 11:58:07   MÊRDÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê bi wesîlaya salvegera Komkujiya Enqereyê daxuyanî da. Hedîye Guneş a di daxuyaniyê de axivî wiha got: "Li dijî komkujiya 10'ê Cotmehê em soza xwe cardin dubare dikin. Wê têkoşîna me ya ked û demokrasiyê bi ser bikeve. Ev soza me ji bo 103 qurnefîlên me ye."   Platforma Ked û Demokrasiyê bi wesîleya 5'emîn salvegera Komkujiya Enqereyê li ber deriyê avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. (DİSK) Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avasazên Tirkiyeyê (TMMOB), Odeya Bijîşkên Tirkiyeyê (TBB) beşdarî daxuyaniyê bûn. Saet di 10:04' an de bi deqeyek rêzgirin çalakî dest pê kir. Piştî daxuyaniyê li ber wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan çira hatin pêxistin û sînevîzyon hat pêşkêşkirin.   Li ser navê platformê berdevka KESK'ê Hediye Guneş daxuyaniyê xwend.   'Li dijî şer, niha aştî'   Hediya di serî de got ev komkujî li dijî kesên ku dibêjin 'li dijî şer aştî' hatiye li darxistin û wiha berdewam kir: " Bi hezaran welatiyên aştî xwestin ji bo mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê li Enqereyê kom bûn. 103 kesan bi canê xwe, bi sedan kes bi awayek fîzikî û bi hezaran kesî jî bi awayek rihî bedel dan. Ev tenê yek ji wan bedelan e ku di oxira aştî û demokrasiyê de tê dayîn."   Emîneyê diyar kir ku ev komkujî bi komkujiya 6'ê Hezîranê a Amedê, bi qetlîama 20'ê Tîrmehê ya li Sirucê pêkhatiye re heman e û yek ji êrişên DAİŞ'ê ne. Emîne wiha berdewam kir:" Heya ku bersûcên komkujiya 10'ê Cotmehê neyên darizandin wê dosya neyê girtin. Bedela wê çibe be bila bibe em ê têbikoşin. Li dijî wan kesên ku ji qatîlan re korîdor vekirine hêrsa me naqede."   Emîne herî dawî got em weke DİSK-KESK-TMMOB û TTB li dijî qetlîama 10'ê Cotmehê soza xwe cardin dubare dikin. Wê têkoşîna me ya ked û demokrasiyê ser bikeve. Ev soza me ji bo 103 qurnefîlên me ye.   Piştî daxuyaniyê diruşên "Gef nikarin me rawestînin, şehît namirin" hatin berzkirin.    Herî dawî li ber wêneyê kesên jiyana xwe ji dest dan çira hat pêxistin û sînevîzyona ji bo bi bîranîna wan hatiye çêkirin hat pêşkêşkirin.   Çalekî bi çepikan re bidawî bu.