'Hêrsa me li hemberî Komkujiya 10'ê Cotmehê dê her tim zindî be' 2020-10-10 11:56:56   ENQERE - Derbarê Komkujiya 10’ê Cotmehê de, DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê daxuyanî dan û gotin: “Em ê vê axê ji bîranîna komkujiyan û cînayetên fail nediyar derxin û bi aştî û demokrasiyê tacîdar bikin.”    Konfedarasyona Senîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) derbarê Komkujiya 10’ê Cotmehê ya 2015’an de daxuyaniyek nivîskî weşandin.   Di daxuyaniyê de hat gotin heta berpirsên komkujiyê dernexin holê û kiryarên esil neyên darizandin dê dosyeya 10’ê Cotmehê neyê girtin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 130 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn û wiha hat gotin: “Em ê vê axê ji bîranîna komkujiyan û cînayetên fail nediyar derxin û bi aştî û demokrasiyê tacîdar bikin. Wê hêrsa me her tim zindî be. Em ê her tim hevrêyên xwe û 103 qurnefîlên xwe bibîr bînin.”