Rêxistina Filia ji bo têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê name şand 2020-10-10 10:35:38   NAVENDA NûÇEYAN - Rêxistina Filia ya jinên femînîst a li welatê Îngilistanê ji bo piştgiriya berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dewleta tirk a ser herêmê nameyek şandin.   Bi armanca piştgiriya têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dewleta tirk, Rêxistina Filia ya jinên femînîst li welatê Îngilistanê nameyek  ji jinên Rojavayê Kurdistanê re şand.   Nameya Rêxistina Filia wiha ye:   “Bi boneya salvegera êrîşên dewleta tirk a di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de ya li ser Herêmên Rojavayê Kurdistanê, em piştgiriya xwişkên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê dikin. Jinên ku li hember hêzên dagirkerî, mêtîngerî û baviksalarî têkoşîna xwe didin meşandin em wan silav dikin. Jinên li kîjan welatên cîhanê bin bi rihê şoreşgeriyê digihin hev. Silavên me ji hemû jinên şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hene.”