Ji Girê Spî heta Serêkaniyê xelekên Berxwedana Rûmetê (10) 2020-10-10 09:01:54   Roj Hozan-Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Têkildarî salvegera hedefgirtina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef a ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve, dayika wê Sûad Mistefa û hevala wê Semîra El-Ezîz wiha gotin: "Hovîtiya ku li dijî Hevrînê hat kirin di heman demê de li dijî tevahî mirovahiyê, civak, maf û îradeya jinan hat kirin. Xwestin fikrê demokratîk û îradeyekê tune bikin. Lê belê em ê li dijî vê hovîtiyê têkoşîna xwe bidomînin."   Bi êrîşên dewleta tirk ên li ser Heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di 9’ê Cotmeha 2019’an de, gelek bûyerên hovana ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatin kirin. Di roja sêyemîn a êrişan a di 11’ê Cotemehê ya ser rêya M4'an siyasetmedara jin û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû hedefa kemîneke pilankirî  û hat qetilkirin. Komên girêdayi dewleta tirk bi tundiyeke mezin Hevrîn Xelef qetil kirin. Bi boneya salvegera hedefgirtina Sekreterya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef a ji aliyê komên girêdayi dewleta tirk ve, dayika wê Sûad Mistefa û hevala wê Semîra El-Ezîz axivîn.    'Keça min Hevrînê ji zaroktiya xwe de xwedî berpirsiyariyê bû'   Dayika Sûad Mistefa li ser girêdana xwe ya bi keça xwe Hevrîn Xelef re wiha got: "Ji bo Hevrînê ez her çiqas gotinên xwe ji fikir û bedewiya wê re bi lêv bikim kêm dimîne, ji ber ne tenê keça min e mîna rêhevaleke xwe min wê ji xwe re dîdît. Hevrîn di sala 1984'an de hatiye dinê. Her ji min re digot dayê ez hevala te me, dayika te me, xwişka te me û di dawiyê de keça te me. Hevrîna min ji bo civaka xwe kedeke mezin hilgirtiye ser milê xwe. Ji zaroktiya xwe de xwe berpirsyarê her tiştî didît û ev rih heta ku gihişte şehadetê pêre ma. Her tiştên wê ji bo hemû pêkhateyên vê civakê bûn û di hevaltiya xwe de dirust bû. Di dan û sitandinên xwe de xwedî fikir bû û mirov dikişand cem xwe. Di civakê de xwedî bandor bû û her kesî qîmeta wê dizanîbû."    'Hevrînê jineke xwedî zanist bû'   Sûadê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser serpêhatiya Hevrînê û sekna wê ya weke jineke xwedî zanist û wiha domand: "Hevrînê di malbateke welatparêz de mezin bûye. Berî wê xwişka wê Zozan û xalê wê jî şehîd bûne. Piştî şehadeta xwişka wê Zozan di nava refên Tevgera Azadiyê de, ez bi Hevrînê ve hatim girêdan, ji ber hem dergûşa min bû û him jî ew tenê keça min bû. Dilê min berî Hevrînê birîndar bû û min êlma xwe avêtibû ser wê. Hevrînê di gelek cihan de xebitiye. Desteya Enerjî, Desteya Aborî, Rêveberiya Xweser û herî dawî jî weke jineke siyasetmedar di 27’ê Adara 2018’an de Partiya Sûriya Pêşerojê ava kir. Hevrînê jineke xwedî zanist bû, beşa endezyariyê xelas kiribû  û bi vîneke xurt tevlî her xebatê bûbû. Bi moralekî baş derbasî her cihî dibû."   'Hevrînê wekheviya civakan bi xwe re da çêkirin'   Sûadê armancên Hevrînê yên bi avakirina Partiya Sûriya Pêşerojê re nirxand û wiha pê de çû: "Bi avakirina Partiya Sûriya Pêşerojê re Hevrînê tê de weke Sekretera giştî ya Partiyê hat erkedarkirin. Piraniya xebatê wê di nava civaka ereb de bû.  Ji ber her armancên wê ew bû ku jiyaneke demokratîk bê avakirin û aştiyeke mayinde bi xwe re bîne. Ji bo hemû gelên Sûriyeyê li ser xaka xwe azad bijîn, Hevrînê îradeya xwe derdora van armancên xwe kire xelek. Tu cadatiya ol, mezheb, mirov û civakan nedikir navbera gelan. Karê wê karekî mirovahî bû, pê re jî jinên ereb derdora xwe kom kir û wan bi rêxistin dikir. Her wiha civaka ereb jî pê ve hat girêdan. Hevrînê wekheviya civakan bi xwe re da çêkirin."   'Wê êvarê xew bi çavên min neket û her ez Hevrînê difikirîm'   Sûadê tevgera Hevrîn Xelef a di dema êrîşên dewleta tirk de anî ziman û wiha dirêjî da gotina xwe: "Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker a ser herêmên me Hevrînê jî di nava tevgerê de bû. Bê rawestandin xebatên xwe dida meşandin. Di roja çaremîn a êrîşan de Hevrînê berê xwe da Reqayê, berî ku biçe jî hemû tiştên xwe yên jê hez dike teslîmî min kir û wisa derket. Ez ketim fikaran û dilê dayikê hîs dikir ku dê tiştek çêbibe. Wê êvarê xew bi çavên min neket û her ez Hevrînê difikirîm. Berê sibehê telefona min lê ket hejmara Hevrînê bû lê ew neaxivî. Deng dihat lê min fam nedikir. Ez wê telefonê tu carî ji bîr nakim. Hîsê min rast derket û êdî Hevrîna min di nava destên xwînmij û kujeran de bû û gihaşt asta şehadetê. Min di wê kêliyê de berê xwe da Hesekê û bi hewara Hevrîna xwe ve çûm, lê Hevrîna min li pêşiya min mîna bûka Kurdistanê bû."   'Hovîtiyeke mezin li dijî Hevrînê hatibû kirin'   Sûadê bal kişand ser hovîtiya mezin a li ser Hevrînê û wiha dom kir: "Hevrîna min bi kemîneke pilankirî qetil kirin. Dema cenazeye wê anîn Dêrikê min xwest ez cara dawiyê wê bibînim, lê min Hevrîna xwe nas nekir. Çeteyan bi îşkenceyeke mezin û hovane ew şehîd xistin, ji porê wê heya linge wê îşkence lê kiribûn. Dema min ew halê Hevrînê dît min bêtir fam kir ku dijmin çiqasî ji îradeya jinê bi tirs e. Ji ber ku Hevrînê di nava civakê de xwedî bandorekê bû loma ewqas zilm û tundî lê kirin. Ez bi şehadeta wê serbilind im, di nava stran û tilîliyan de min Hevrîna xwe sipart axa pîroz. "   'Hevrîna mîn pira gihandina azadiya jin û civakan bû'   Sûadê da zanîn ku weke ku Hevrînê serê xwe li hember îxanetê netewand ew jî natewîne û wiha got: "Li dijî dijminên ku bi salan kurd û ereb kirin dijminên hev Hevrîna mîn pira gihandina azadiya jin û civakan bû. Weke ku wê serê xwe li hember îxanet û nerastiyê danenî, ez jî serê xwe natewînim. Hevrînê xeteke têr û tijî xebat ji bo min li pey xwe hişt. Bi şehadeta wê re bi sedan Hevrîn ji dayik bûn û wê keda wê bidomînin. Heta niha di nava dilê her kesî de dijî. Di malê de jî her tiştê wê li cihê xwe ye odeya wê weke ku hiştiye wisa ye. Li derveyî malê jî xebatê wê  bi saya rêhevalên wê didomin."    'Di şexsê Hevrînê de xwestin fikir û îradeyekê tune bikin'   Sûadê di dawiyê de soza domandina xeta keça xwe Hevrînê da û wiha bi dawî kir: "Di bin siya hemû dewletên navneteweyî de Hevrîna min hate hedefgirtin. Dewleta tirk ne bi serê xwe ev tişt kir,  hemû dewlet şirîkê vê hovîtiyê ne. Li dijî Hevrîna min sûcê şer hat kirin. Ev hovîtî ne tenê di şexsê Hevrînê de bû, li dijî mirovahiyê hat kirin. Ji ber Hevrînê aştiya di navbera rijandina xwîna mirovên Sûriyeyê bû loma hedef hat girtin. Qetilkirina Hevrînê sûcekî li dijî parastina mafê civakan bû. Kiryarên ku bi serê wê de anîn sûcê li dijî îradeya hemû jinên cîhanê bû. Di şexsê wê de xwestin fikir û îradeyekê tune bikin. Ji bo ku tiştê li Hevrînê hat kirin li tu jinên din neyên kirin, ez ê li pey mafê wê bim. Dilê min rehet nabe û wê rawestandin ji min re tune be, heta ku hesabê qetilkirina Hevrîna xwe di serî de ji dewleta tirk ji hemû kesên bû sebep bipirsim. Keça min siyasetmedar bû û îşkence lê kirin. Bila dewleta tirk û hemû dewletên dijmin destên xwe ji axa me bikşînin. Bila êdî rêxistinên mafê mirovan bi erka xwe rabin, ev bêdengî şerm e. Ez dîsa soza xwe ji hemû têkoşînvanên azadiyê û ji Hevrîna xwe re nû dikim ku ez ê rêk û doza wan bişopînim. Kulîlka yasmînê pêwist e zindî bimîne û Hevrîna min jî bila rehet di gora xwe de razê. Dayik û hevalên wê, wê tola wê hilînin."    'Weke jineke ereb min hêza îradeya xwe ji Hevrînê digirt'   Hevala Hevrîn Xelef û Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Semîra El-Ezîz ser hevaltiya xwe ya bi Hevrînê re wiha axivî: "Di nava refên şoreşê de min Hevrînê nas kir. Me bi hev re di Rêveberiya Xweser  de kar dikir. Piştî ku Partiya Sûriya Pêşerojê hat avakirin me li herêmên weke Reqa , Tebqa û Minbicê kar dikir. Girêdaneke xurt di navbera me de çêbû û bi kesayeta wê ez bandor bûm. Hevrînê xwedî taybetmendiyeke cuda bû û ji bo jinên qadên ereban jî pir rêzdar bû. Ez bi xwe jî weke jineke ereb ku di her kar û xebatê de pê re bûm, hêza îradeya xwe min jê digirt. Hevrînê jineke xwedî bawerî û biryar bû, bi nêrînên xurt tevî hemû qadên siyasetê dibû."   'Hevrînê jineke siyasetmedar xwedî nêrînên demokratîk bû'   Semîrayê di dawiyê de soza domandina xebatên Hevrînê yên di Partiya Sûriya Pêşerojê de da û wiha bi dawî kir: "Hemû mirovên ku Hevrînê nas kirine jê hez dikirin, bi dilnizmiya xwe di nava civaka ereban de dihat naskirin. Jineke siyasetmedar û xurt bû, tu ferq û cudahî nedikir navbera partiyên siyasî  û xwedî nêrînên demokratîk bû. Pêşenga xebatê bû, rêxistineke xurt di civaka ereban de ava kir. Qetilkirina wê jî bi vî rengê hovane ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk ve li dijî fikrekî azad û siyaseta demokratîk bû. Şehadeta wê bi êş bû, ji ber rola herî sereke di partiyê de hilgirtibû ser milê xwe. Mîrasê ku Hevrînê li pey xwe hişt em ê dewam bikin. Heta ku em bi rihê Hevrînê têkoşîn bikin em ê bi ser bikevin."   Bi dawî bû.