Şêniyên Kobanê bi meşekê komplo şermezar kirin 2020-10-09 17:05:03   KOBANÊ - Bi hezaran şêniyên Kantona Kobanê li dijî komploya navneteweyî û salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê bi meşekê şermezar kirin.   Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Serêkanî û Girê Spî şêniyên Kantona Kobanê bi dirûşma "Bes e ji faşîzim û dagirkeriyê re, dem dema rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ye"meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û pankartên bi nivîsa "Komploya 9'ê cotmehê li ser Rêber Apo, em şermezar dikin" û "Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye" hatibû hildan. Meş ji qada jina azad dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd Korkmaz rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Tevgera Jinê ya herêma Firatê Almas Romî û Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivîn.   'Dewleta tirk herêmên me dagir dike'   Almasî balkişand ser komploya navneteweyî û wiha pê de çû: "Îro roja komploya navneteweyî ye. Dewletên hegemon xwestin bi girtina Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan gelê Rojhilata Navîn qir bikin. Lê ev komplo berovajî bû bi girtina Rêber Apo re gel hîna zêdetir bi Rêberê xwe re hatin girêdan. Rojane gelê Rojhilata Navîn li ser fikir û fesefeya Rêber Apo kar û xebat dikin, bi taybet pirojeya Netewa Demokratîk ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ya ku hemû pêkhate cihê xwe di nava wê pirojê de digire li pêşiya çavên cîhanê ye û ew piroje bi şêweyeke demokratîk tê meşandin. Li ser vê bingehê dewleta tirk di roja 9'ê Cotmehê de êrîşî Kantona Girê Spî û Serêkaniyê kir. Ji ber dewleta tirk di komployê de ser neket dest bi pilanên cur be cur kirin û êrîşî herêmê me kir."   'Em ê komployê têk bibin û faşîzmê hilweşînin'   Her wiha Mistefa got: "Em şehîdên 9'ê Cotmehê yên fedekar ku gotin hûn nikarin roja me tarî bikin em wan bi bîr tînin. Roja 9'ê Cotmehê rojeke reş bû, li hemberî van kiryaran hemû dewletên navneteweyî bêdeng bûn, bêdengiya wan vê dide diyarkirin ku hemû hevkarên hev in bi destê wan ev komplo hatiye destpêkirin."   Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" û "Bimre dagirkerî" bi dawî bû.