Li Amedê li dijî komployê meş hat lidarxistin 2020-10-09 16:48:16   AMED - Bi minasebeta salvegera 9'ê Cotmehê li Amedê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ligel astengiya polîsan pêk hat. Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û got: "Îro komplo bi tecrîdê tê domandin û êrîşê Gelê Kurd dikin. Lê kurd jî ligel her tiştî têkoşîna xwe dimeşînin."    Bi wesîleya 22'yemîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Kolana Hunerê ya semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê dihat xwestin ku daxuyaniyek bê dayîn. Lê daxuyanî ji hêma polîsan ve hat astengkirin. Li dijî astengiyê girseya ku dixwest daxuyanî bide dest bi meşê kir. Meş li gel astengiya polîsan pêk hat. Di meşê de dirûşmên wekî "Bijî berxwedana Îmraliyê” hat berzkirin. Polîsan li Parka Hazalê ya Ofîsê dora girseyê dorpêç kir.    Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endam, rêveber û hevserokên  HDP û û DBP'ê yên bajêr û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên saziyên sivîn ên Amedê tevlî çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de Salîha axivî û bal kişand ser salvegera komployê û got: "Ji sala 1999’an heta îro komplo bi tecrîdê tê domandin. Îqtîdara faşîst a îro destkeftiyên Gelê Kurd hezm nake û êrîş dike. Ev tişt tê wateya domandina komployê. Niha li hemberî vîna Gelê Kurd polîtîkayekê înkarê tê meşandin. Kurd her roj girêdanbûna xwe ya têkoşîna azadiyê bi her awayî nîşan dide."   Piştî Salîhayê parlamenterê Wanê Tayyîp Temel axivî û bal kişand ser tecrîdê û wiha axivî: "Tecrîd li hemberî Gelê Kurd tê meşandin û ev tişt tê wateya dijminatiya li hemberî Kurd."   Piştî axaftinan girse çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakiya rûniştinê jî bi dirûşmeyan hat bi dawîkirin.