Ji bo rojnamegeran daxwaza girtinê 2020-10-09 15:54:30   WAN - Nîşeyên nûçe û hevdîtinan ên rojnamegerên piştî îfadeya wan bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin, wekî sûc hatin hesibandin.    Nûçegîhana me Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala, Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên Ofîsa Wanê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ên belgeyên avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkopterê derxistibûn holê  û belavkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem û Fehîm Çetîner hatibûn binçavkirin. Lêpirsîna rojnamegeran a li dozger bi dawî bû.   Rojnamegerên di lêpirsîna dozgeriyê de bi “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Dozger Îsmaîl Koker ê lêpirsîna rojnamegeran bi rêve dibe, di heman demê de dozgerê lêpirsîna Osman Şîban û Servet Tûrgût e ku di 11'ê Îlonê de eskeran ew binçavkiribûn û dûre ji helîkopterê avêtibûn bi rêve dibe ye.