Îfadeyên rojnamegeran hatin girtin 2020-10-09 09:40:11   WAN - Îfadeyên 4 rojnameger û 3 belavkarên rojnameyan ên di binê çavan de hatin girtin. Rojnamegerên ku li bendêyê di nava rojê de derxînin dozgeriyê bi nûçeyên ku çêkirine hatin sûcdarkirin.    Li Wanê di 6'ê Cotmehê de bi ser mala nûçegîhana me Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala û buroya Ajansa Mezopotamyayê ya Wanê de hatibû girtin û nûçegîhanên ajansê Adnan Bîlen, Cemîl Ugur û belavkarê Rojnameya  Yenî Yaşamê Fehîm Çetîner û belavkara berê ya rojnameyê Şukran Erdem hatibûn binçavkirin. Rojnamegerên ku bi rojan di binê çavan de man duh êvarê  îfadeyên wan hatibûn girtin. Rojnamegerên îfadeya wan hat girtin bi nûçeyên çêkirine tên sûcdarkirin.     Li bendê ye ku rojnamegeran di nava rojê de bişînin dozgeriyê.