'Rêber Apo rêya azadiyê nîşanî jinên Ereb jî da' 2020-10-09 09:09:41   Berçem Cûdî   MINBIC - Jina bi navê Hesna Şihade ku bi eslê xwe ji bajarê Şamê ye, di derbarê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî. Hesnayê wiha got: "Rêber Apo rêya azadiyê nîşanî tevahî gelên bindest da û felsefeya jiyana azad pêşkêş kir. Loma dewletên hegomonîk komplo çêkirin."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, azadkirina jin û rizgarkirina gelên bindest ji pergala serdest û hegomonîk, tevgera azadiyê ava kir. Loma felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bû, bi taybet herî zêde li jinan bandor kir. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de di 9'ê Cotmeha 1998'an de û sala 1999'an heta niha di Girava Îmraliyê de girtiye.Têkildarî salvegera 21'emîn ya komployê jina bi navê Hesna Şihade ku bi eslê xwe ereb e û ji paytexta Sûriyeyê Şamê ye, ji ajansa me re axivî.    'Felsefeya Rêber Apo ya ji bo jinan balkêş bû'   Hesnayê di despêkê de naskirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anî ziman û got: "Ez bi mêrekî kurd re zewicîm, dema ku wî li Şamê leşkertiya Rêjîma BAAS'ê dikir me hev nas kir. Em her yek ji pêkhateyeke cuda ne, lê ev yek li pêşiya me nebû asteng ku em jiyana xwe bi hev re bidomînin. Piştî zewaca min min Rêber Apo nas kir, malbata hevjînê min welatparêz in û bi felsefeya Rêbertî bawer in loma her tim ji min re behsa kesayet û felsefeya wî dikirin. Bi taybet jî hevdîtinên xwe yê pê re ji min re parve dikirin. Ev yek li cem min meraq çêkir ku ez Rêber Apo nas bikim. Piştî min rastiya wî nas kir, min gelek ji wî hez kir bi taybet felsefeya wî ya têkildarî jinan bala min kişand. Loma min dest bi nivîsandina helbestan a li ser wî kir."   'Jinên kurd ji jinên ereb re pêşengî kirin'   Hesnayê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser guhertinên ku di nava jinan de çêbûne û got: "Rêber Apo bi saya têkoşîn û felsefeya xwe dikaribû rêya azadiyê nîşanî jinan bike û çarenûsa me biguhere. Jinên di civaka Rojhilata Navîn de dijîn, weke bê îrade bin tên pênasekirin. Mînakeke biçûk ku ji ber hinek orf û adetên civakê yên paşverû jinan nikarîbû bi bavê xwe re li ser heman sifreya xwarinê rûnên. Lê di necama birdozî û ramanên Rêber Apo de asoyên berfereh û nû li pêşiya jinan vebûn ku me derfetên zindîkirina hebûna xwe di civakê de dît. Felsefeya Rêber Apo bû jêdera hêza têkoşîna li dijî hişmendiya zayendperest û baviksalarî û gihîştina asta serkeftin û pêşektinê. Jinên kurd jî pêşengiya vê yekê kirin ku di roja îro de bi sedan jinên ereb bi heman armancê têbikoşin. Jinên ereb di qadên civakî, siyasî, rêxistinî û leşkerî de pêşengiyê dikin. Ev pêşketin jî xwe dispêrin bîrdoziya Rêber Apo û pêşengiya jinên kurd."   'Tecrîd têkoşîna me ya azadiyê ranawestîne'   Hesnayê  di dawiya axaftina xwe komploya navneteweyî nirxand û wiha bi dawî kir: "Ji ber ku Rêber Apo çavkaniya felsefeya jiyana azad û ya nû ye, hemû dewletên hegomonîk û bi taybet dewleta tirk di her fersendê de hewil didin berhem û destkeftiyên di destên Gelê Kurd de tune bikin. Lê di roja îro de ev felsefe ne tenê di Kurdistanê de, li tevahî cîhanê belav bûye ku bi hezaran kes ji xwe re bingeh girtine û weke rêbazê herî rast yê jiyanê pênase dikin. Loma hemû dewletên desthilatdar alîkariya girtina Rêber Apo kirin ku ev 21 sal in ew di girava Îmraliyê de ye. Rêber Apo berpirsyariya tevahî gelên Rojhilata Navîn girte ser xwe, rast e ew kurd e lê nûnertiya tevahî netew û pêkhateyên bindest dike. Ji ber vê ev tecrîda li ser wî têkoşîna me ya ji bo azadiyê bi tu şêwazî lewaz nake û ranawestîne. Di despêkê de weke jin û paşê weke pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin siya pirojeya wî ya Netewa Demokratîk de dijîn, loma em ê bi yekîtiya gelan tecrîdê bişkînin û rêber Apo rizgar bikin."