Zelal Ceger: Komploya 9’ê Cotmehê êrîşa li dijî nirxê mirovahiyê bû 2020-10-09 09:08:46   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger, têkilarî salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat meşandin nirxandin kir. Zelalê wiha got: “Rêber Apo ji bo ku civaka kurd ji gefên dewletên serwer biparêze û ji bo doza kurd çareseriyeke mayinde bi xwe re bîne, têkoşîneke mezin da. Li ser vî esasî heta niha li ber xwe dide û di tecrîdeke giran re derbas dibe.”   Di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê derket. Bi derketina wî re hemû dewletên navneteweyî bi vê komployê re bûn şirîk. Vîna Gelê Kurd û girêdana wan bi fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hişt ku asta têkoşînê li gel her mirovekî kurd mezintir bibe. Têkildarî mijarê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger armancên komployê û girêdana wê bi êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ên di 9’ê Cotmehê de pirsên me bersivand.   Armancên komploya 9’ê Cotmehê ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat meşandin, hûn çawa dinirxînin?   Salvegera komploya ku di 9’ê Cotmehê de li ser Rêber Apo hat meşandin em şermezar dikin. Ev roj di dîroka Gelê Kurd de rojeke bi êş e. Ev 22 sal in ku Rêber Apo di bin tecrîdeke giran re derbas dibe, dewleta tirk bi hemû hewildanan dixwaze vîna me bişkîne. Ji bo ku Rêber Apo civaka kurd ji gefên dewletên serwer biparêze xwest ji Sûriyeyê derbikeve. Li ser esasê parastina Gelê Kurd li tevahî welatên cîhanê geriya û xwest ji bo doza kurd çareseriyeke mayinde bi xwe re bîne. Rêber Apo xwest ku Gelê Kurd bigihêje mafê xwe û êdî weke mirovên azad bijîn. Li ser vî esasî heta niha li ber xwe dide û di tecrîdeke giran re derbas dibe.    Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin hûn çawa dinirxînin?   Dewleta tirk ji hebûna fikrê Rêber Apo ditirse, lewma  her ku diçe tecrîdê giran dike. Dewletên ku destên wan di vê komployê de hebû, ew jî berpirsiyarên vê têcrîdê ne. Mirovekî weke Rêber Apo ku ji bo azadiya gelê xwe heta niha di Girtîgeha Îmraliyê de li ber xwe dide, girtina wî şerm e ji bo van hemû hêzên hegomonîk. Sîstemên desthilatdar dixwazin li ser vîna gelan temenê xwe dirêj bikin û hebûna xwe ser civakan bidin ferizkirin. Rêber Apo ev yek qebûl nekir  û xwest ku Gelê Kurd jî mîna hemû mirovan xwedî nasname û hebûn be. Xwestin bi rêbazên qirêj fikrê Rêber Apo tune bikin û civakê di nava koletiyê de bidin jiyîn. Wê armancên wan pêk neyên, ji ber fikrê Rêber Apo êdî li her deverên cîhanê belav bûye û rastiya wê jî êdî ji aliyê hemû civakan ve tê qebûlkirin.   Sîstema ku dewleta tirk ser civakê dide meşandin hûn çawa dibînin?   Rêber Apo di girtîgeha tarî de ji me re da nîşandan ku çawa ji tunebûnê hebûn ava dibe. Ev yek jî di riya pirtûk û perspektîfên xwe de bi me dide nasîn. Di heman demê de ji me re dide diyarkirin ku çawa wê mirov bikaribe pêşengtiya şaristaniyê bi fikrekî demokratîk bike. Li ser vî esasî rêxistinên demokratîk xwe bi rêxistin dikin. Her tim dijminên me dixwazin em ji van ramanan qut bibin û li gor siyaseta ku ew ji me re bidin diyarkirin em tev bigerin. Li Tirkiyeyê jî niha tevlîheviyek heye, her roj parlemanterên HDP’ê û mirovên azadîxwaz tên girtin û rastî êşkenceya dewletê tên. Ger mirov di kûrahiya wê de bifikire dikare bibêje ku ji bilî sîstema dewletê hemû rêxistinên demokratîk li Tirkiyeyê qedexe ne.      Dewleta tirk çima hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dide qutkirin?    Dewleta tirk her ku dikeve nava tengasiyê berê civakê dikşîne dereke din da ku kêmasiyên xwe bi vî awayî veşêre. Ji bo wê dewleta tirk naxwaze ku hevdîtin bi Rêber Apo re çêbike. Peyam û gotinên Rêber Apo yên azadî û aştiyê. bandorê li ser civakê û siyasetê dike. Lê dewleta tirk aştiyê û azadiyê naxwaze. Rêber Apo dibêje ”her nefesek di girtîgehê de distînim ji bona gelê min e, ger ez dijîm jî ji bo wan dijîm”. Mirovekî ku ewqas axaftinên pîroz bibêje hêjaye ku mirov wekî rêber bide pênasekirin.   Hûn êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girêdana wê ya bi komploya navneteweyî çawa dinirxînin?   Dewleta tirk di 9’ê Cotmehê de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, dîroka 9’ê cotmehê ne tesaduf e kuhatiye hilbijartin. Di heman dîrokê de komplo li ser Rêber Apo jî dan meşandin. Dewleta tirk rojên dîrokî hidibijêre, da ku civaka kurd tune bike û her bi êşê re bijî. Sîstema ku îro li herêmê hatiye rûniştandin li ser esasê projeya netewa demokratîk e, dewleta tirk ev yek qebûl nekir û Gelê Kurd êrişan re rû bi rû hişt. Ev roj ji me re hilbijart da ku ji me re bibêje ger hûn li ser vî ramanê azad bimînin em ê we tune bikin. Di êrîşên dewleta tirk de ne tenê kurd hatin hedefgirtin, armanc ew bû ku mozayika di herêmê de ya bi rengê hemû netewan hatiye neqişandin, tune bike. Armanca êrişan têkbirina jiyana hevbeş bû û derbeyek li dijî sîstema Rêveberiya Xweser bû. Bi dagirkirina Serkêkaniyê û Girê Spî re hovîtiya dewta tirk bi rengekî eşkere derket pêş û ji hemû cîhanê re da îsbatkirin ku rengê demokrasiyê li kîjan deverê hebe wê bê tunekirin.    Hûn bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hember êrîşên dewleta tirk çawa şîrove dikin?    Di herêma Rojhilata Navîn de niha şerê cîhanê yê sêyemîn tê jiyîn. Her kes dixwaze li herêmê bibe xwedî bandor û civakan ber bi tehlûkeyan ve bibe. Di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî her dixwaze para xwe ji şerê ku li Sûriyeyê rû daye bigire. Dewlemendiya axê, berhemên bin erdê bala her kesî dikşîne, ji bo wê ji hemû aliyan de êrîş li ser axa me tên kirin. Dema ku dewleta tirk êrîş kir me dît bê çawa her dewletek xwe libêdengiyê datînî, tenê ji bo parastina berjewendiyên xwe dewletên navneteweyî li herêmê dimînin. Li aliyê din çi bi vê civakê tê ne eleqedar in. Dewleta tirk li herêmê êrîşî nirxên gel kir, bi hezaran mirov ji malên xwe koçber bûn û bi qetilkirina hovane re rû bi rû man. Ev ne exlaqê mirovhiyê ye ku herêmek ji kokê de bê rakirin û hemû dewlet ji xwe re tamaşe bikin. Ger ku rewş bi vî rengî be dê dewleta tirk sibehê li ser welatên wan jî bibe xeterî. Ji ber armancên tirkiyeyê tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî nabin.    Ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk divê çi bê kirin?   Heta niha hîn jî gef û planên tirkiyeyê li herêmên me hene, şerê me bi dawî nebûye. Gerek em xwedî li nirxên xwe derbikvin û civaka xwe ji hemû rengên plan û êrişan biparêzin. Gelê me yê ku bi salaye li ber xwe dide, di têkoşîna xwe de pêwist e bi israr bin. Pêwist e em xwedî li nirxê Hevrîn û Zehrayan derbikevin, ji ber van jinan temsîla xeta jina azad dikirin.  Banga me ji bo gelê me ew e ku yektîtiya xwe ava bikin û li dijî dagirkeriyê têbikoşin.