Dayikên Şehîdan: Bi dagirkirinê xwestin komployê bidomînin 2020-10-09 09:07:50   Ferîde Zade   ŞEHBA - Dayikên şehîdan ên Efrînê ku komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi tundî şermezar kirin wiha gotin : "Hin dîrok hene ku ji bo me roja reş in.  Çawa ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Rêber Apo komplo pêk anîn, xwestin ku vê komployê bi dagirkirina Serêkaniyê û Girêspî bidin berdewamkirin."   Di 9'ê cotmeha 1998'an de bi rêya komployek navneteweyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîl hat girtin û radestî dewleta tirk hate kirin. Armanca vê komployê di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tunekirina îrade û hebûna Gelê Kurd bû. Têkîldarî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê Dayikên Şehîdan ên Efrînê nêrîna xwe parvekirin.   'Rêber Apo bû çavkaniya zanînê'   Dayika Şehîd Selam, Fîdan Fayiq, komploya navneteweyî şermezar kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe bû çavkaniya zanînê ji bo mirovahiyê. Rêber Apo, ji bo gel bi rûmet û azad bijî her têkoşiya. Her wiha ji bo azadî û hebûna jinê serî hilda û diyar kir ku ger jin azad nebe civak jî azad nabe. Her wiha ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo tevahî gelên bindest têkoşîn da. Dîtina Rêber Apo xeyala kesên azadîxwaz e. Lê min ev xeyala xwe pêk anî. Dijmin ji bo têkbirina  tunekirina Gelê Kurd Rêber Apo dîl girt. Dijmin dixwast ku armanca Rêber Apo nas bike û li gor wê pilanên xwe çêbike û êrîşên xwe bide destpêkirin. Hin dîrok hene ku ji bo me roja reş in çawa ku 9'ê Cotmehê li dijî rêber apo pêk anîn, xwestin berdewamiya komployê bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewam bikin. Banga min ji Gelê Kurd re ew e yekitiya xwe ava bike."   'Armanc têkbirina kurdan bû'   Xwîşka şehîd Çîlo û Dîndar û dayika şehîdan Elî û Bîrhat, Şaziye Ibrahîm jî ji bo komploya navneteweyî nêrîna xwe wiha anî ser ziman: "Komplo li ser Rêber Apo herdem berdewam kir. Dewleta tirk xwest bi dehan carî bi destê Rejîma Sûriyeyê êrîşî Rêber Apo bike. Lê di van êrîşan de bi ser neket. Beriya ku Rêber Apo were dîlgirtin daxuyaniyek dabû. Vê daxuyaniyê gelek balê min kişandibû.  Gotibû 'Ez ê ji bo pêşeroja Gelê Kurd bixebitim'. Ev daxuyanî tu caran ji bîra min naçe. Paşê Rêber Apo derket derveyî welat û bi komployek navneteweyî hate dîlgirtin. Bi dîlgirtina rêber Apo re xwestin kurdan dîl bigirin. Lê çiqas êrîş li ser Gelê Kurd hebe jî kes nikare îrade û hebûna kurdan tune bike. Hevpeymanên ku ji bo Gelê Kurd hatine kirin hemû vala derketin.  Dewleta tirk hin dirokan ji bo xwe bingeh digire û êrîş dike Ji ber wê bû ku di 9'ê Cotmehê de êrîşî R ojava kir. Lê Gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe tê nasîn.  Dema Rêberê me jî hat dîlgirtin bi hezaran mirovan serî hilda, bi dehan kesî xwe şewitanin, li cîhanê tiştek wiha nehatiye dîtin. Banga min ji bo Gelê Kurd ew e ku divê em yekîtiya xwe ava bikin û komploya navneteweyî bi dawî bikin."   'Em ê têbikoşin û Rêber Apo rizgar bikin'   Dayika şehîd Egîd û Zîlan, Hacer Miho jî ev tişt got: "Dema Rêber Apo li Sûriyê bû, gelek kesî dixwestin wî nas bikin. Her wiha ji bo wê bi dehan mirov hatine binçav kirin. Lê dîsa jî hêviyên xwe ji dîtina Rêber Apo qut nedikirinE. Rejîma Sûriyeyê gelek bend li pêşiya me derdixistin.  Lê tu tişt li pêşiya me nebû asteng. Herî dawî bi komployek navneteweyî Rêberê me hat dîlgirtin û heta roja îro jî li girtîgeha Îmraliyê ye. Komplo didome û di vê demê bi rêbazek nû ya mîna dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Dewleta tirk tucaran nesekinî, ji bo îrade û hebûna gelan qir bike hemû rêbaz bi kar anîn.  Lê dewleta tirk jî dizane qirkirina vî gelî ewqas ne hêsan e û nabe jî. Em hemû li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin û ji bo avakirina Kurdistanê em ê her têbikoşin û Rêber Apo ji Îmraliyê rizgar bikin."