‘Azadiya Abdullah Ocalan dê aştiyê jî pêk bîne' 2020-10-09 09:03:07   Gulîstan Azak   STENBOL - Dayikên Aştiyê yên Stenbolê 22'yemîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Em Dayikên Aştiyê dê her tim daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin. Ji ber ku bi azadiya wî dê aştî pêk bê."    Îro 22'yemîn salvegera destpêka Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Di 9'ê Cotmehê de Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin û piştre jî pêvajoyeke nû dest pê kir. Ev pêvajo bi rengên cuda yên komployê 22 sal in didome. Dayikên Aştiyê yên Stenbolê salvegera komployê şermezar kirin û nêrînên xwe bi ajansa me re parvekirin."    'Fikrên wî bandorê li hestên min kir'     Ji Dayikên Aştiyê Bedîha Gozgur piştî 12'yê îlonê ji ber zext û zordariyê ji Amedê berê xwe da Stenbolê. Bedîha wiha behsa pêvajoya anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê kir: "Dema min agahiya anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bihist, min vê demê his kir ku em bê ax man. Bi saya fikr û ramanê Abdullah Ocalan em xwedî bîr û baweriyê ne. Lê tu carî komployên bi vî rengî nikarin fikir û ramanên ew qas mezin ji holê rakin. Bi taybetî ez bi felsefeya wî azad bûm. Berê ji me re digotin 'tu jin e û li malê rûnê' Em neçûn dibistanê jî. Tenê mêran dişandin dibistanê. Min Abdullah Ocalan ne dîtiye lê fikrên wî bandorê li hest û ramanê min kir. Keça min jî li pêy fikra azadiyê tevlî PKK'ê bû. Dewlet tecrîdê bi her awayî didomîne ji ber ku naxwaze fikr û ramanên wî belavbibin. Abdullah Ocalan dikare di nava hefteyekî de şerê ku heyî bi dawî bike, lê dewlet tu carî rêya çareseriyê naecibîne."   'Divê azadiya Abdullah Ocalan pêk bê'   Naciye Şahîn jî di nava xebatên Dayikên Aştiyê yên Stenbolê de cih digire û di axaftina xwe de wiha bal kişand ser komploya navneteweyî: "Heke îro Abdullah Ocalan azad bibûya niha li holê şer tune bû. Hemû cîhan û Tirkiye dizane ku Abdullah Ocalan mifteya aştiyeyê. Heke guhdarê wî nekin dê şer û pêvçûn dê bidomin. Mirin, kuştin û êş dê her tim bidomin. Abdullah Ocalan vîna gelek kesan e. Niha vîna gelek kesan di nava tecrîdê de ye. Divê demildest tecrîd bê rakirin û azadiya wî pêk bê."   'Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin'   Dayika Aştiyê ya Stenbolê Cemîle Çîftçî, di destpêka axaftina xwe de bertek nîşanî komploya navneteweyî da û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Abdullah Ocalan bi fikr û ramanê xwe rêyek nîşan dide. Li ser axa ku hatî bindest kirin bibû hêviyekî. Bi hevkariya dewletan plansaziya şer hatkirin. Em wekê jin ji bo azadiya wî li qadan di nava çalakiyan de nin. Em ê her roj ji bo azadiya wî biqerîn. Ji ber ku fikr û ramanên wî ji bo azadiya jinê gelekî girîng bû. Bi saya fikrên wî me heqîqetê dît. Em dizanin ku tenê Abdullah Ocalan dikare aştiyê bîne vî welatî."