Sazî û dezgehên rewşenbîran têkildarî êrîşan daxuyanî dan 2020-10-08 18:55:50   QAMIŞLO - Sazî û Dezgehên Rewşenbîran yên Herêma Cizîrê têkildarî salvegera êrîşên dewleta tirk yên di 9’ê Cotmehê de,daxuyanî dan û gotin: ”Li dijî hemû rengên zilmê şervanên azadiyê rûmeta axa Rojavayê Kurdistanê parastin û canê xwe di ber de fedakirin. Em ê di demeke nêz de li hemû bajarên xwe vegerin, ji ber ku vegerîn rastiya hebûna me Kurda ye.”    Bi armanca şermezarkirina  êrîşên dewleta tirk a agirker li Serêkaniyê û Girê Spî, Sazî dezgehên Rewşenbîran yên Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya navenda netewên yekbûyî li taxa Siyahî ya bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna bi dehan ji endam û rêveberiyên saziyên rewşenbîran hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên li Herêma Cizîrê Qadir Egîd ve hate xwendin.    Daxuyanî wiha bû:   “Em derbasî  yekemîn salvegera dagîrkirina dewleta tirk ji Serêaniyê û Girê Spî re, dibin. Êrîşên ku di derheqê neştecihên bêguneh  de hat kirin ku li bajarê xwe jiyaneke aram û bi ewle dijiyan sûcekî miroviye. Vê êrîşê gelek xerabûnên mezin bi xwe re anî ji kuştin, talankirin,binpêkirin û koçberkirinê.    Em weke sazî û dezgehên rewşenbîran, bi navê nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi dengekî bilind dagirkirina Serêkaniyê, Girê Sipî, Efrîn û hemû bajarên ku di Sûriyê de hatine dagirkirin şermezar dikin. Kiryarên ku dewleta tirk li sivîlên herêmên dagirkirî dike, ne heqiya li mafê mirovan e.     Em bang li hemû sazî û dezgehên navnetewî, di serî de Neteweyên Yekbûyî û Encumena Ewlekariya Navnetewî dikin, da ku bi erkên xwe rabin û dawiyê li van tawanan bînin. Pêwist e dewleta tirk û çeteyên xwe ji bajar û navçeyên sivîlan derbikevin, da ku gelê wê yê resen vegere ser axa xwe û jiyaneke aram bijîn.      Em berxwedanî û qehremaniya şervanên rûmetê li hember van êrîşan pîroz dikin. Li dijî hemû rengên zilmê şervanên azadiyê rûmeta axa Rojavayê Kurdistanê parastin û canê xwe di ber de fedakirin.    Her wisa em berê xwe didin nûnerên tevgera siyasî ya Kurd û ji wan re bi dengekî zelal dibêjin: baştirîn bersiv li dijî van êrîşan ew e ku di zûtirîn dem de hûn yekîtî û hevrêziya Kurdan pêk bînin.    Em ê di demeke nêz de li hemû bajarên xwe vegerin, ji ber ku vegerîn rastiya hebûna me Kurda ye. Em ê di bîra cîhanê de bînin ku ev ax, axa me ye. Madem parezvanên me, evîdarên me û qehremanên me hene em ê li benda vegerê bin.”