Komxebat bi daxuyaniyekê bi dawî bû 2020-10-08 18:52:02   KOBANÊ - Komxebata Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê ya li baxçeyê Ronîwar hatibû lidarxistin, bi daxuyaniyeke bi dawî bû.   Bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" Akademiya Civaka Demokratîk ya herêma Firatê komxebateke di derbarê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li baxçeyê Ronîwar li dar xist. Hola komxebatê bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn xemilandin. Di komxebatê de nêzî 130 mêvan, ji rusipî, endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokatîk amade bûn.   Piştî xwendina perspektîfên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan û nîqaşan, ji bo encam û biryarên bên girtin komîteyek ji sê kesan hat hilbijartin. Di dawiya komxebatê de daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Akademiya Civaka Demokratîk ya herêma Firatê Ciwan Agirî ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Wek tê zanîn ku ser  Rêber Apo tecrîdeke giran tê meşandin ew jî berdewamkirina komploya navnetewî ye. 22 salin Rêber Apo di tecrîdekê re derbas dibe. Armaca desthilatdaran ew bû ku di serî de Rojhilata Navîn li gorî xwe ji nû ve dîzayîn bikin .Ji ber çareseriya pirsgirêkan û pergaleke alternatîf xwestin bi vî komployê fikir û felsefeya Rêbertî hedef bigrin. Şer û pevçûnên ku îro  li Rojhilata Navîn tên jiyîn di bingeh de bi vî kompiloyê ve girêdayî ye. Ev hêzên hegemonîk xwestin herêmê tevlî hev bikin. Li ser vî bingehî komploya ku di kesayeta Serokatî de hat lidarxistin di rastiyê de li hemberî gelên Rojhilata Navîn  hat pêkanîn.   'Civak ji aliyê hêzên hegemon ve tên hedefgirtin'   Her çiqas pirskirêkên civakî, çandî, olî û mezhebî yên ku xwe dispêrên dîrokê yên Rojhilata Navîn hebin jî, lê di rastiyê de ev gelê kevnar, di dirêjihaya hezaran salan de van civakan û gelan bi hev re jiyan kirin e. Lê sedsala 17'an û şun ve bi taybet jî sedsala 20- 21'an de ji aliyê hêzên kapîtalîst ve civak hatin parçekirin, nakokiyên mezhebî û olî hatin kûrkirin û herêm veguheradin  dojeha civak û gelan.    Şoreşa ku niha li Rojava hatiye pêkanîn, bi xebat û keda salan ya Rêber Apo hatiye afirandin. Her wiha ev şoreşa ku ji tevahî cîhan û herêmê re bûye modeleke alternatîf bi fikir û felsefeya Rêber apo hatiye hunandin. Fikir û felsefeya Rêber Apo ku wek paradîgmaya Neteweya Demokratîk şênber bûye, di vî paradîgmayê de û bi şoreşa Rojava re jin azad bûye û bûye xwedî îrade û tevayê civakan bi rengê xwe li ser bingeha azadî û wekhevî, di nav vê modelê de cihên xwe girtin e.   'Bi Komployê ve dixwezin gelan ji hevdu qut bikin'   Şoreşa ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêkhatiye teqeze ku dê wêneyên Rêbertî di saziyên me de wê li her qadên berxwedanê bên hildan. Sedemê tecrîda giran a ku niha li ser Rêber Apo tê ferzkirin, armanca wan ewe ku di van pêvajoyên şer û pêvçûnê de civak, gel û hêzên şoreşê ji persperktîfên Rêbertî mehrum bihêle Rêbertî ji gel qut bike, deriyê çareseriyê asteng bikin. Em ê li beramberî vê yekê têbikoşin. Li ser van bingehan pêngava ku 12'ê Îlonê ji aliyê KCK'e ve hatiye destpêkirin li her qadeke cîhanê bi berfirehî belav dibe, bi vî pêvajoyî ve girêdayî em jî dê îro şûnde  li rex van çalakiyan rêze çalakiyan li dar bixin." Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bê Serok jiyan na be" bi dawî bû.