'Bi yekîtî û piştgiriya jinan dê hêza xurt bê avakirin' 2020-10-08 15:08:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngava bi navê "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin" bi daxuyaniyekê li Kampa Serdemê ya Kantona, Şehba, kampa Waşûkanî ya Kantona Hesekê û  û kampa Til Semin ya koçberên Girê Spî ya Herêma Firatê ragihandin.   Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngava bi navê "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin" bi daxuyaniyekê li kampa Serdemê ya Kantona Şehba, kampa Waşûkanî ya Hesekê û kampa Til Semin ya koçberên Girê Spî ya Herêma Firatê ragihandin. Armanca pêngavê li dijî dagirkerî, qirkirin, tundiya li ser jinê û parastina jin û xwezayê ye.    Ev pêngav bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin û sazî û dezgehên jinan ên ku tevlî vê pêngavê bûne wiha ne: Rêxistinên Meclisa Jinên Sûriyeyê,Yekîtiya Jinên Suryanî, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Jinan a Meclîsa Sûriya Demokratîk, Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk, Yekîtiya Jinên Ciwan, Rêxistina Sara Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, Tora Rêveberên Aştiyê, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê jinan li Sûriyeyê, Rêxistina Mafê Mirovan, Rêxistina İnsaf a Pêşveçûnî, Rêxistina Elyasmîn, Kooperatîfa Sawoşka ya Jinê, Rêxistina Aşna a Pêşveçûnî, Rêxistina Ferat ya Alîkarî û Pêşveçûnî, Navenda Edil ya Mafê Mirovan, Kooperatîfa Dicle ji bo Parastina Ekolojiyê, Navenda Belsem ya Fêrkirina Tendrustiyê, Kooperatîfa Şemal ya Mirovhêzî ya Alîkarî û Pêşveçûnê, Rêxistina cCzîrê ya Pêşveçûnî, Rêxistina Erd El-Selam, Rêxistina Kobanê ya Alîkarî û Pêşveçûnî, Rêxistina Hêvî ya alîkarî û Pêşveçûnî, Kooperatîfa Soz ya alîkarî û Pêşveçûnî, Rêxistina Eta Elbaxoz ya Pêşveçûnî, Rêxistina Sewaad a Pêşveçûnî li Dêra Zor, Rêxistina Forma Du Ceman Dan Ji Bo Alîkarî û Pêşveçûnî, Rêxistina Terahum ya Pêşveçûnî, Rêxistina Doz a Civaka Sivîl, Kooperatîfa Sibe Xweş e ya Alîkarî û Pêşveçûnî, Kooperatîfa Maya û Komperatîfa Nûr Can Li Amûdê.   Daxuyanî li Şehbayê hate dayîn   Rêxistinên jinan ên Şehbayê bi daxuyaniyekê tevlî pêngava bi navê "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin" ku bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star ve hatiye destpêkirin bûn. Daxuyanî li kampa Serdemê bi beşdarbûna tevahî jinên ku cihê xwe di saziyên xweser de girtine hate dayîn. Her wiha di daxuyaniyê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan, Yekîtiya Jinên Êzîdî, Meclîsa Jina Azad a Şehbayê, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Tevgera Kevana Zêrîn hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star a Herêma Efrînê Rûken Elo ve hate xwendin.   Daxuyanî li kampa Waşûkanî hate dayîn   Bi sedan jinên Herêma Cizîrê li Kampa Waşûkanî ya penaberên Serêkaniyê ya Kantona Hesekê kom bûn û bi daxuyaniyekê tevlî pêngava bi navê "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin" bûn. Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star , 34 rêxistinên jinan ên ku ji pêkhateyên kurd, ereb, suryan pêk dihatin. Daxuyanî bi zimanê kurdî, erebî û suryanî hate xwendin.   Li kampa Til Semen daxuyanî hate dayîn   Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star û bi tevlîbûna bi dehan saziyên jinan bi daxuyaniyekê pêngava bi navê "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin"  li kampa Til Semen ya koçberên Girê Spî ya ku 15 km nêzî bajarokê Til Semînê li  herêma Firatê hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    "Dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve rola herî xerab ji bo dirêjkirina temenê aloziyê lîst û destwerdana wê bandoreke mezin li ser guhertina rêveçûnên siyasî û leşkerî ya li ser rûyê erdê kir. Bi rêveçûna bûyeran re diyar bû ku dewleta tirk jî rewşa Sûriyeyê ji bo xwe bi kar anî û di nava hêzên ku ev alozî afirandine û kûr kirine de bû. Dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê 15 'ê Adara 2011'an ve destwerdana karûbarên Sûriyeyê kir û bi demê re rêbazên destwerdanê hatin guhertin. Her wiha dewleta tirk bi erêkirin û lihevkirina hin dewletan ji bo piştgiriya hin komên terorist ên li dijî Serêkaniyê û Kobanê di 2012'an de sînorên xwe weke deriyên derbasbûna mûxalîfên normal û yên tunderew vekirin    'Dewleta tirk di bin navên cuda de herêmên me dagir kir'   Her wiha di hemû kongre û lêgerînên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê yên weke kongreyên Cinêv, Soçî û Asîtana hatine lidarxistin rola herî xerab lîst û bi rêya van kongreyan dewleta tirk bi behaneya herêma kêmkirina şer dest danî ser gelek herêmên Sûriyeyê. Ev jî di bin navên cuda de rengekî ji dagirkeriyê ye û ev herêm bû cihê komên terorîst ên çekdar û baregehên perwerdeyên di bin parastina dewleta tirk de. Ji bo temamkirina rola Tirkiyeyê ya li dijî gelê Sûriyeyê, hêzên Tirkiyeyê yên dagirker di bin navê cuda yên weke Diri El-Firat, Xusun El-Zeytûn, Nebi El-Selam ku bajarên Bab, Ezaz, Cereblûs, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin de gelek operasyonên leşkerî dest pê kirin û ev operasyon di bin perdeya Rûsya û Tirkiye û li gor berjewendiyên wan pêk hat.    'Bi hedefgirtina jinan, metirsiyê li ser civak û xwezayê ava dikin'   Êdî têkiliyên dewleta tirk a dagirker bi komên çete re  di aliyê navnetewî de jî di lîsteya terorê de ne, nayê veşartin. Komên ku di destpêkê û hemû aliyan de piştgiriya wan kiriye û hîna jî dike Cebhêt El-Nusra û DAIŞ in. Her wiha hin komên din ku yekser di bin çavdêriya dewleta tirk de hatin damezirandin ku li wan herêmên ku dagir kirine siyaseta tirkkirinê, qirkirina nijad û çandî, guhertina demografîk û koçberkirina bi dare zorê meşandin. Li aliyekî din van komên çeteyên terorîst sûcên weke kuştin, destdirêjî, talan, dizî, wêrankirina şûnwaran, hilkirina daran û şewitandina erdên çandiniyê pêk anîn.      Ev êrişên  hişmendiya zayendperest ku ji aliyê  rêjîma desthilatdar ve pêk tên  jinê hedef digire da ku hewildana jinan ya ber bi azadiyê ve sînordar bike. Em rojane li cîhanê  şahidiyê ji van bûyerên ku şêwazê wan li gorî her welatekî tê guhertin re dikin.  Ev rêjîma ku hebûna jinê hedef digire û bi hedefgirtina jinê, hewil dide metirsiyê li ser civak û xwezayê ava bike.    'Operasyona li dijî jinan hedefgirtina tevgera rizgariya jinê ye'   Qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef, Yadê Eqîde, teşhîrkirina cenazeyê şehîd Amara, hedefgirtina şehîd Zehra, Hebûn û Dayê Emîne yên li gundê Helincê yê Kobanê  hîna jî li ber çavên me ye. Ev operasyonên hedefgirtina jinên çalakvan li dijî Tevgera Rizgariya Jin û rêxistinên girêdayî wê ne. Ev şêwazên hovane teqez dikin ku dewleta tirk ji rola ku jin ji bo pêşengtiya şoreşê û parastina destkeftiyan dilîze, ditirse.   'Dewleta tirk bêdengiya NATO'yê derfet dibîne'    Dagikeriya dewleta tirk li ser hin herêmên axa Sûriyeyê û gefxwarina hin herêmên din ên nû ji bo ewlehiya herêmê metirsiyê çêdike. Dibe ku karesateke mirovî ya nû li Sûriyê pêk bîne, bi taybet piştî ku çekên di navneteweyî de qedexekirî ji bo kuştina gelê kurd bi kar anî û wêrankirina xaka me zêde kir, hîna jî bermahiyên xerabkirin û talankirinê xelas nebûne. Li aliyekî din jî  hewildana lêdana jiyana hevbeş û aştiyane ya di navbera Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Keldan, Tirkman, Çerkes û Êzîdî de ku nûnertiya projeya Neteweya Demokratîk  dikin, bû. Divê em der barê xeteriya dewleta tirk de baldar bin, divê rê li pêş sûcên wê yên gefan li azadiya jin û destkeftiyên şoreşê dixwin, bigirin da ku şer û komkujî pêk neyên. Êrişên dewleta tirk, derbeya mezin li dijî jiyana hevbeş a di navbera gel, etnîk û çandên li Sûriyê de ye, her wiha têkbirina projeya çareseriya siyasî ye, ya ku aramî û ewlehiyê li Sûriyê belav dike.  Her wiha dewleta tirk bêdengiya navneteweyî ya ji hêla NATO’yê ve derfet digire û berjewendiyên xwe pêk tîne. Bi wê re jî ji DAIŞ’ê xeteranktir e.   'Bi yekîtî û piştgiriya jinan dê hêza xurt bê avakirin'   Em îro, rêxistin, tevger, yekitî û saziyên jinan vê hemeleyê ji bo sekna li hember dewleta tirk dest pê dikin. Da ku dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê.Li aliyekî din jî, jin hê jî  bidestxistina maf û parastina rûmeta xwe de têdikoşin, piştrast dikin ku dê tevahî hewldanên dewleta tirk bi bin kevin. Bi yekitî û piştgiriya jinan dê hêza xurt bê avakirin û li hember tevahî hewldanên qirkirin, dûrxistin û nijadperestiyê bisekin û dagirkeriyê têk bibin. Di hemleyê de gelek çalakî û xebat hene ku dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên belavkirin.   'Her bêdengî nîşaneya beşdariya êrişên dijminatiyê ye'   Em bang li rêxistin û saziyên nanveteweyî dikin ku li dijî êrişên dewleta tirk bêdeng nemînin. Ji ber her bêdengî nîşaneya beşdariya dijminatiyê ye.Em bang li Konseya Ewlekarî û civaka navneteweyî dikin ku dewleta tirk neçar bikin ku hêzên xwe ji Sûriyeyê bikşînin û êrişên xwe rawestîne, ji ber ku binpêkirina qanûna navneteweyî ye û gefan li ewlehî, aramiya herêm û cîhanê dixe. Bang li tevahî rêxistin û tevgerên jinan ên li cîhanê dikin ku piştevanî û piştgiriya şoreşa jinan bikin ji ber destkeftiyên wê destkeftiyên tevahî jinên cîhanê ye. Loma divê parastina vê şoreşê bê kirin, her wiha parastin û piştevaniya YPJ/YPG'ê, QSD'ê û HSNB'ê bê kirin, ji ber van hêzan cîhan li dijî çeteyan parast."